Kombûna Jinan a Zenûbiya: Hikumeta Şamê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo nirxandina geşedanên dawî, civînek li bajarokê Kesra yê gundewarê rojava yê Dêrazorê li dar xist.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Hikumeta Şamê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe
11 mijdar, 2021   16:20
DÊRAZOR

Civîna ku  bi dehan welatî tev lê bûbûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Zexîr geşdanên dawî, di serî de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina aloziyê li herêmê nirxandin.

Meryem Zexîr îşaret pê kir ku welatiyên Dêrazorê destwerdanên derve red dikin û wiha gotina xwe dewam kir: "Hêzên hikumeta Şamê dezgehên ragihandinê bi kar tîne da ku ewlehî û îstiqrarê herêmê têk bibe û tirsê di nav gel de belav bike."

Li ser mijarê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya herêma Ebû Xeşeb Zehra Tayih ji ANHA'yê re axivî û got, gelê herêmê êrişên dewleta Tirk û dagirkeriyê red dikin, di heman demê de dê bohostek ji xaka Sûriyê ya bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, nedin

Di dawiyê de beşdaran bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gel û xaka wan şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji van sûcan re deynin.

(eh)

ANHA