Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê: Dewleta Tirk xwedî dîrokeke dirêj a qirkirinê ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê îro bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên bajarê Qamişloyê şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê: Dewleta Tirk xwedî dîrokeke dirêj a qirkirinê ye
11 mijdar, 2021   14:02
MINBIC

Daxuyanî li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a li Minbicê ji aliyê endamê meclisê Mehmûd Ebû Îdo ve bi amadebûna endamên meclisê û malbatên şehîdan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk tîne û êrişa herî dawî ya li dijî Kobanê, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dagirker her tim bi êrişên xwe yên berdewam hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe, da ku aloziya Sûriyê zêdetir bibe û hate gotin: “Dewleta Tirk heta niha terorîstan pêşwazî dike û dîrokeke wê ya sûc, qirkirin û kuştinên komî heye."

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî û civaka navneteweyî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

(dx)

ANHA