Bi hezaran şêniyên Kobanê komkujiya Hilêliyê şermezar kir

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê komkujiya Hilêliyê bi meşeke girseyî şermezar kir.

Bi hezaran şêniyên Kobanê komkujiya Hilêliyê şermezar kir
11 mijdar, 2021   13:55
KOBANÊ

Meş ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd bi dawî bû.

Li Qada Şehîd Egîd endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û got: “Dewleta Tirk dijmantiya gelê herêmê dike. Duh êrişî Kobanê kir, îro Qamişlo, sibe Hewlêr û hemû bajarên Kurdistanê bike hedef.”

Arif Balî wiha domand: “Divê dewletên cîhanê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û rê li pêşiya sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê bigirin.”

Her wiha Arif Balî bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê kir ku li pêşiya êrişên domdar ên dewleta Tirk bisekinin û bi hev re herêm, destkeftiyan biparêzin, xwe bi rêxistin bikin û xayînan ji herêmê derxin.

Di 9`ê Mijdarê de droneke dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê erebeyeke sivîl kir hedef. Di encamê de 3 welatî ji malbatekê şehîd bûn. Îro li Qamişloyê bi hezaran şêniayn her sê şehîd oxir kirin.

(şx)

ANHA