KJK’ê têkildarî komkujiya Hilêliyê peyama sersaxiyê da

KJK’ê bi peyamekê şehîdên komkujiya Hilêliyê ya Qamişloyê bi bîr anîn û banga têkoşînê kir. KJK'ê got “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin li hemû qadan li dijî van êrişan welatparêzî û yekitiya xwe geş bikin. Em dibêjin dê kurdayetiya azad û birûmet bi ser bikeve.”

KJK’ê têkildarî komkujiya Hilêliyê peyama sersaxiyê da
11 mijdar, 2021   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo şehîd Yûsif Gulo û şehîd Mihemed û şehîd Mezlûm Gulo ku di êrişa dewleta Tirk a li dijî taxa Hilêliyê ya Qamişloyê de şehîd bûbûn, peyama sersaxiyê da.

KJK'ê di peyama xwe de got: “Em endamên malbata Gulo apê Yûsif, Mihemed û Mezlûm ku li Qamişloyê bi êrişa 'SÎHA'yên rejîma TC'ê a faşîst şehîd bûne, bi minet bi bîr tînin, rehma Xwedê li ser wan be.

Em sersaxiyê didin malbata Gulo ku bi welatparêzî û têkoşîna xwe ya azadiyê têne nasîn û gelê Kurd, em soz didin ku ji bo bîranîna wan berxwedanê serfiraz bikin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku rejîma herî tengijî ya dîroka TC'ê (dewleta Tirk) ye, domdariya hebûna xwe bi geşkirina bi xwînxwarî ya rejîma xwe dibîne .Ji ber ku hebûna xwe di îmha û tasfiyekirina gelê Kurd de dibîne. Ji bo ku li bara berxwedana herî dîrokî ya hêza rêxistinî ya gelê Kurd û gerîlayên wê yên azadiyê encama ku dixwaze nikare bi dest ve bîne, bi teknolojiya şer a asîmetrîk û çekên kimyewî êrişê tîne.

Beriya bi rojekê li Qamişloyê êrişeke bi 'SÎHA'yê çûye ser malbata Gulo û ev  êriş jî bi vê çarçoweyê ye. Apê Yûsif, welatparêzê me yê hêja, pêşengê malbata Gulo dema ku di wesayitê de bû, li gel neviyên xwe Mihemed û Mazlûm bi êrişa hewayî ya bi elçaxî, li naverasta bajêr rasterast kirine hedef û şehîd bûne. Rejîma TC'ê ya faşîst bi vê êrişa keşfê ya çekdar careke dî sûcê şer kiriye. Li derveyî sînoên xwe, li Rojavaya azad, gelê me yê sivîl bi zanebûn kire hedef û qetil kir.  Ev êrişa dermiorvî ku li gorî hiqûqa şer û hiqûqa navnetewî sûc e, bi ketina nav qada hewayî ya di bin kontrola dewletên xwedêgiravî garantor de çêbûye.  Ev jî, li gel dewleta TC'ê ya kujer, dewletên navborî jî dike hevkarê sûc.

Bi teqezî ne bi tesadûfî malbata Gula ya bi pêşengiya Apê Yûsif bûye hedefa êrişa bi xwînxwarî, kurdayetiya welatparêz birûmet a bi zanebûn bi îdîaya jiyana azad û bi vê biryarariyê ne kirine hedef. Duh çawa ku li Şengalê malbata Saîd Hesen kiribin hedef, li Rojava jî malbata Gulo kirine hedef.

Hişmendiya bi dijminatiya Kurd, a faşîst û dermirovî wê nikaribe kurdayetiya berxwedêr a birûmet bi van rê û rêbazên nemerdî biqedîne. Malbata Gulo bi welatparêziya xwe û helwesta xwe ya birûmet yek ji wan malbatan e ku ji bo gelê Rojav mînak e û pêşengiyê dike. Lê îro li Rojava her malbat bi welatpêziya mablata Gulo û bi asta kurdayetiya birûmet li nav berxwedanê cihê xwe girtiye, şehîd dane, berdêlê didin. Ji vî alî ve hatiye mîsogerkirin ku li Rojava Kurdayetiya ku li jiyana azad rawestiyayî û kurdayetiya welatparêz a berxwedêr a birûmet bi ser bikeve, dijmin û hevkarên wan ku çavnebariyê li vîna azad û hebûna Rojava dikin wê têk biçin. Helwesta giştî ya gelê me yê Rojava ya li dijî vê komkujiyê, bi bersiva xwe kiriye ku dijminên Kurdan têk biçin.

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, di serî de li Rojava, li hemû qadan li dijî van êrişan welatparêzî û yekitiya xwe geş bikin, li dijî dijmin têkoşînê geş bikin. Em dibêjin wê kurdayetiya azad û birûmet bi ser bikeve.”