Meclisa Ewlehiyê navên 3 rêveberên Ensarellah a Hûsiyan xist "lîsteya reş"

Dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê navên 3 rêveberên tevgera Ensarellah a Hûsiyan a Yemenê xistin "lîsteya reş".

Meclisa Ewlehiyê navên 3 rêveberên Ensarellah a Hûsiyan xist "lîsteya reş"
11 mijdar, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) navên 3 rêveberên Ensarellah a Hûsiyan xistin "lîsteya reş".

Dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê ceza li ser Mihemed Ebdulkerîm El-Gemarî, Yusif El-Medanî û Salih Mesfer Salih El-Şair xistin lîsteya reş û ceza li ser wan hate birîn.

Di encama şerê Yemenê de bi deh hezaran kes hatin kuştin.

(dm)