Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir

Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi awayekî kûr bandor li dayîka Fatme Hesen kiriye. Hevdîtina wê ya bi rêber Abdullah Ocalan re, têrê kir ku têkoşîneke demdirêj bimeşîne da ku azadiyê ji gelên bindest re pêk were û jin ji zihniyeta desthildar rizgar bibe.

Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan ji bo dayîka Fatme zemîna têkoşîneke demdirêj ava kir
11 mijdar, 2021   05:21
HELEB-ARIF SILÊMAN

Piştî ku şoreş li çiyayên Kurdistanê dest pê kir, gelek malbatên kurd bi fikr û rêgeza Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bandor bûn. Ji kesên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine dema li Rojava dima, dayîka Fatme Hesen e. Malbata dayîka Fatme malbateke welatparêz e, bi tevgerê bandor bûye û bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Gelek jinên li Rojava ji ber xebatên ku ji bo birêxistinkirina civakê û jinan li ser bingeha fikrê azadiyê û rêber Abdullah Ocalan meşandine, navên wan di dîrokê de hatiye xêzkirin di nav de şehîd Gulê Selmo ku di 13`ê Adar 2013`an de şehîd bûye, şehîd Fatme Hecî ya ku di 11`ê Mijdara 2016`an de  li ser sînorên navçeya Raco ya kantona Efrînê bi guleyên artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, dayîka Eqîde ku di 15`ê Cotmeha 2019`an de dema bi kawaranê sivîlan re diçû Serêkaniyê û di encama bomebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

DAYÎKA FATME HESEN ÇAWA TEVGERA RIZGARIYÊ NAS KIR?

Dayîka Fatme Hesen (67) ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Di salên 80`î de bi rêya hevjînê xwe tevgerê nas dike, pê bandor dibe û sala 2001`an kurê wê Sîpan Xelat tev li tevgerê dibe.

Di salên 90`î de dayîka Fatme têkiliyên xwe bi têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re didomîne û bi dildarî dest bi xebatên eniyê li taxên Helebê dike. Her wiha tev li gelek civîn û çalakiyên tevgerê dibe.

Li rex wê xebatê dayîka Fatme bi têkoşeran re serdana malbatên welatparêz dike û daxuyaniyên tevgerê yên têkildarî çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê dixwîne.

Di vî warî de dayîka Fatme got: “Ez tev li gelek çalakiyan bûm. Min alîkarî jî kom kir. Daxuyanî û belavokên tevgerê jî bi coş belav kirin.”

Dayîka Fatme bi bîr xist ku ji ber xayînan û ji ber hêzên hikumeta Şamê rastî gelek zextan hatiye û piştrast kir ku ew ji hêzên ewlehiyê yên hikumetê neditirsî.

KÊLIYA HEVDÎTINA YEKEMÎN A BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE

Sala 1995`an dayîka Fatme cara yekemîn bi rêber Abdullah Ocalan re rûdine. Têkildarî vê yekê got: “Rêbertî her tim behsa zulm û bindestiyê dikir ku pergala kapîtalîst li dijî gelan dimeşîne. Her wiha çareserî jî ji bo ku gel ji vê zulmê xilas bibe pêşkêş dikirin.”

Dayîka Fatme bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan di wê civînê de behsa doza jinan kir û got: “Rêbertî her tim li ser azadiya jinan û naskirina wan a rastiya xwe ya dîrokî ku bibe jineke azad piştrast dikir. “

PERWERDEYA YEKEMÎN

Li gorî serpêhatiya dayîka Fatme, ew û 30 jinan li Helebê heta hefteyekê tev li perwerdeyê dibin.

Hêzên hikumeta Şamê kurê dayîka Fatme Cîger Seydo ku wê demê 16 salî bû dema di navenda yekitiya xwendekaran de kar dikir bi hiceta ku tev li koma Navenda Çand a Helebê bûye digirin. Dayîka Fatme bi bîr xist ku hêzên hikumeta Şamê bi awayekî hovane îşkence li Cîger dikin. Lê Cîger piştî ku serbest tê berdan, sala 2001`an tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe.

Di 2004`an de derfet çêbû ku dayîka Fatme serdana çiyayên Kurdistanê bike û li wir li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kurê xwe Sîpan bibîne. Girêdayî vê yekê dayîka Fatme got: “Ez hefteyekê li wir mam. Min kurê xwe dît û me bi hev re û bi hevalên din re wêne kişand. Jiyana hevalan li çiyayan bala min kişand.”

Di bîranîna şehadeta şehîd Zîlan (Zeyn Kinacî) di sala 1996`an de jinan li Rojava komeke govendê ya taybet a jinan bi navê “Koma Serhed” ava kir. Dayîka Fatme yek ji avakerên komê bû. Tev li gelek boneyan dibin ên ku li sînemayên Xirnata û Ebasiyê yên li Helebê li dar diketin. Niha di komê de hem jin û hem jî mêr cih digirin.

Bi destpêkirina aloziya li Sûriyê re sala 2011`an dayîka Fatme erka birêxistinkirina jinan dike ser milê xwe. Piştî salên demdirêj ku jin tê de hatibûn paşguhkirin û ji mafên xwe bê par mabûn, jinan cihê xwe yê rastîn vegerand. Bi armanca birêxstinkirina jinan du malên jinan li taxên Şêx Faris û Kefer Sixîr hatin avakirin. Wê demê 35 jin ji pêkhateya kurd, ereb û turkmen beşdarî vekirina malê bûn.

TUGEYA GULÊ SELMO

Bi armanca parastina herêmê ji êrişan, jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û Turkmen li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tugeya Gulê Selmo ya parastina cewherî ava kir. 60 endamên jin ên komîteya parastinê yên komînan, tev li tugeyê bûn û dayîka Fatme hem endama Kongreya Star bû û hem jî cihê xwe di wê tugeyê de girt.

Sala 2016`an çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî taxa Şêxmeqsûd dikin. Dayîka Fatme û şêniyên taxê li rex Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) cihê xwe di eniyên berxwedanê de girtin. Her wiha dayîka Fatme çavdêriya amadekirina xwarinê û gihandina wê ji şervanên re li eniyên şer dikir.

Ruxmî temenê wê yê mezin, lê dayîka Fatme Hesen xwest fêrî zimanê kurdî bibe û tevî topbaranê û êrişên li dijî taxê, lê di jêrzemînan de bi xwendekaran re tev li perwerdeya zimanê kurdî bû. Di dirêjahiya salên şer de dayîka Fatme 3 astên zimanê kurdî diqedîne.

Niha dayîka Fatme têkoşîna xwe berdewam dike û jinan perwerde dike. Li ser wê dayîka Fatme got: “Em hêz û vîna xwe ji rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê digirin. Heta ku rêber Abdullah Ocalan azad nebe, têkoşîna me ranaweste û em dê piştgiriya ciwanên xwe yên li çiyayên Kurdistanê bikin û fikr û rastiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê belav bikin.”

(şx)

ANHA