QSD’ê li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin

Yekîneyên taybet ên QSD`ê bi operasyoneke taybet li Cidêd Igêdat a li rojhilatê Dêrazorê, 2 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girtin.

QSD’ê li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin
10 mijdar, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê ragihand ku yekîneyên wan ên taybet bi desteka bejahî û hewayî ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve, operasyoneke ewlekariyê li herêma Cidêd Igêdat a li bejahiya rojhilatê Dêrazorê di çavçoveya hevkariya hevbeş û domdar a têkoşîna li dijî terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li dar xist.

QSD`ê da zanîn ku operasyon li dijî şaneyeke DAIŞ`ê pêk hatiye û di encamê 2 endamên şaneyê yên girîng tevî  belgeyên li gel wan, hatin girtin.