Esed bi wezîrê Karên Derve yê Îmaratê civiya

Wezîrê Karên Deve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan îro serdana Şamê kir û bi Beşar Esed re civiya. Her duyan têkiliyên dualî û rewşên li herêmê nîqaş kirin.

Esed bi wezîrê Karên Derve yê Îmaratê civiya
9 mijdar, 2021   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA'yê, Beşar Esed wezîrê Karên Derve û Hevkariya Navneteweyî ya Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan, wezîrê dewletê yê karûbarên derve yê Îmaratê Xelîfe Şahîn, serokê Desteya Yekitiyê ya nasname û gumrikê Elî Mihemed Hemad El-Şamsî û ewlehiya dergehan bi asta wezîr, pêşwaz kir.

SANA'yê ragihand ku her du aliyan di civînê de li ser têkiliyên dualî yên her du welatan, pêşxistina hevkariya dualî di tevahî qadan de, xebtên ji bo vedîtinên asoyên nû ji bo vê hevkariyê nîqaş kirin, bi taybet di beşên zindî de, da ku şîrketên fînansê di van beşan de werin xurtkirin.

Walîehdê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan meha borî bi telefonê bi Beşar Esed re axivibû. Ew yek jî piştî 3 salan jinûve vekirina balyozxaneya Îmaratê li Şamê pêk hat.

Dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê, di nav de jî Îmaratê balyozên xwe di 2012’yan de ji Şamê vekişandin û hikumeta Şamê bi pêkanîna komkujiyan li dijî gel tawanbar kir.

(fr)