Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Qamişloyê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a li bajarê Qamişloyê de 3 sivîl şehîd bûn. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku li gorî peymanên navneteweyî kar bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Qamişloyê daxuyanî da
9 mijdar, 2021   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov li bajarê Qamişloyê erebeyeke sivîlan bomebebaran kir û di encamê de ji malbatekê 3 sivîl şehîd bûn, Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mehmûd Gulo.

Li ser mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker berêvara îro, 09.11.2021’an de erebeyeke sivîl li taxa Hilêliyê ya Qamişlo bombebaran kir, di encamê de ji heman malbatê 3 sivîl şehîd bûn. Dewleta Tirk tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî bin pê dike û sûcan li dijî herêmên me pêk tîne.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku em ê erkên xwe yên parastina şêniyên tevahî herêman û parastina ewlehiya wan bi cih bînin. Divê hêzên navneteweyî erkên xwe li hember mîsaq û peymanên ku ew garantorê parastina aramiya tevahî herêmên me bi cih bînn. Ji ber ev aramî encama gelek fedekariyên gelê me li dijî rêxistinên terorîst e. Lê ev sûc dihêlin ku tevahî rêxistinên terorîst refên xwe xurt bikin û terorê li tevahî dewletên cîhanê belav bikin."

(fr)

ANHA