Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê gihaşt Şamê

Rojnameyeke girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanên çavkaniyan daxuyand ku wezîrê Karên Derve ya Îmaratê gihaşt Şamê.

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê gihaşt Şamê
9 mijdar, 2021   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Weten a ser bi hikumeta Şamê ve li ser zimanê çavkaniyên nefermî da zanîn ku balafireke Îmaratê gihaşt balafirgeha Şamê ya navneteweyî.

Rojnameyê eşkere kir ku di balafirê de wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid hebû.

Serdana berpirsê Îmaratê ya ji bo Şamê ya yekemîn piştî sala 2011'an e.

Rûsya Today jî li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku balafireke ku e rayedarek payebilind tê dhebû gihaşt balafirgeha Şamê. Ev serdan bi hewldana şikandina ezilkirina erebî ya li dijî Şamê ye ku deh sal in dewam dike.

(fr)