Rêveberiya Xweser 3 qanûn erê kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna têkoşîna li dijî terorê, bacên bîme û lêçûna dozgeriyê erê kirin, her wiha hin tedbîrên guncaw û pêwîst ji bo wan qanûnan girtin.

Rêveberiya Xweser 3 qanûn erê kirin
9 mijdar, 2021   15:03
REQA

Meclisa Giştî bi beşdardbûna endamên meclisên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya Meclisa Giştî Sîham Qeryo, Ferîd Etê, cîgirên wan Yasir Silêman û Fatme Xelîl, cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê, civînek li dar xist.

Civîn di qeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûvre Emîne Osê geşedanên siyasî yên li herêmê şîrove kirin û behsa axaftinên li ser diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir û wiha got: "Em Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) me her tim banga diyalogan bi hikumeta Şamê re û hîna jî bangên xwe dûbare dikin, lê heya niha tu diyalogên cidî pêk nehatine."

Piştre reşnivîsa qanûna têkoşîna li dijî terorê ji hêla cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir Silêman ve hate xwendin. Reşnivîs ji 20 madeyan pêk tê. Hin ji madeyên ji hêla endamên meclisê ve hatin şîrovekirin, nêrîn û pêşniyarên wan bi rêya dengdayîna li ser her madeyekê hatin girtin.

Girêdayî vê yekê, endamê Meclisa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Bircis Elî wiha got: "Digel êrişên li dijî herêmê, kiryarên xirabkirin û terorê li herêmê, civata navneteweyî girîngiyeke mezin dide têkoşînê li dijî terorê. Li gel me 15 hezar girtî hene. Me ev reşnivîs ji bo yekkirina qanûnê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nivisandin."

Xalid Bircis Elî wiha domand: "Ji bo ku bi yek qanûnê li tevahî sûcan were nêhartin û bersiva tevahî pirsên li ser qanûna kevn ku ji hêla civakên navneteweyî tên kirin, mîna hiqûqnasên biyanî ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin werin dayîn, me qanûna têkoşîna li dijî terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê formîle kir."

Têkildarî qanûna bacên dozgeriyê Xalid Bircis Elî wiha anî ziman: "Reşnivîsa qanûna bac, bîmeyan û lêçûna dozgeriyê ji 68 madeyan pêk tê. Ev qanûn têkildarî mijarên madî, şert û mercên fermî yên giliyê, çawaniya gilîkirinê, giliya pêşwext, tomarkirina dozê, pêşkêşkirina xwestekan li pêş dadgehan, lîsteya jinûve destpêkirinê, îtiraz, kontrolkirina dozgerî û destheqên pisporan e."

Endamê Meclisa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Bircis Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev qanûn aliyê madî ya dozê diyar dike û da ku dadgeh xwe bi xwe bi rê ve bibe pêwîst e."

(fr)

ANHA