QSD: Li eniyên şer tevgerên provokatîv ên çeteyan hebûn

QSD'ê ragihand ku li eniyên şer ên herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Eyn Îsayê û gundewarên Minbicê tevgerên provokatîv ên çeteyên dagirkeriya Tirk hebûn û got, hêzên QSD’ê li gorî peymana kêmkirina şer tev digere, li gorî pozîsyona pêwîst girtiye.

QSD: Li eniyên şer tevgerên provokatîv ên çeteyan hebûn
8 mijdar, 2021   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî liv û tevgerên çeteyan û dagirkeriya Tirk li gelek herêman daxuyanek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

''Di saetên destpêkê yên ber êvara 8'ê Mijdara 2021'an de, tevgerên provokatîv ên çeteyên dagirkeriya Tirk li eniyên şer ên herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û bajarokê Eyn Îsayê, her wiha tevgereke beşî li gundewarên Minbicê hebûn. Di vê çarçoveyê de bi sedan çete û leşkerên dagirkeriya Tirk û panzêrên wan li nuqteyên şer ên herêmên navborî bi cih bûn û gelek caran hewl dan hêzên me şantaj bikin, bi taybet li gundewarên rohilat û rojavayê bajarokê Eyn Îsayê.  Hîn jî hêzên me xwe ragirtine, li gorî peymanên kêmkirina şer tev digerin û li aliyekî din jî ji rewşên awarte re amade ne.

Li aliyekî din, hêzên me di pêvajoya rizgarkirina gelek herêman û gelên wê ji rêxistina DAIŞ’ê  ya terorîst de bi hezaran şehîd û birîndar dan. Parastina wan herêman ji bo hêzên me erkeke sereke û dîrokî ye. Hêzên me ji bo domandina parastina wan herêman di dayîna berdêlan de teredud nabin. Li ser vî esasî em helwesta şêniyên xwe yên li Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazor û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku me rizgar kirine ku destekê didin zarokên xwe yên di nava QSD'ê de bi nirx dibînin. Her wiha em bang li wan dikin ku guh nedin gotegot û derewên ku hin alî belav dikin, lê xwe bispêrin çavkaniyên fermî yên  têkildarî geşedanên leşkerî, siyasî yên taybet bi herêmên rizgarkirin."

ANHA