Ludo de Brabander: Gefa dewleta Tirk a li ser NATO'yê PKK'ê di lîsteya terorê de dihêle

Ludo de Brabander diyar kir ku PKK'ê ji ber sedemên siyasî di lîsteya 'rêxistinên terorê' de dihêlin û got “Erdogan ji bo ku rejîma xwe ya neteweperest a otorîter li ser pêyan bihêle, hewcedarî dijminan e.”

Ludo de Brabander: Gefa dewleta Tirk a li ser NATO'yê PKK'ê di lîsteya terorê de dihêle
9 mijdar, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENIZ

29 kesên siyasetmedar, nivîskar, ramyar, aktîvîstên aştiyê, hiqûqnas û hunermend Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kir.

Di nava van de nivîskara xwediya xelata Nobelê Elfriede Jelinek, ramyar Slavoj Zîzek, pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech, sekreterê giştî yê EUTCC’yê Prof. Michael M. Gunter, ji avakarên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî hene û dest bi kampanyaya derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê (YE) kir.

Însiyatîfê diyar kir ku pêvajo û rastiyên objektîf neçar kiriye ku PKK ji lîsteyê bê derxistin û diyar kir “Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Konseya Yekitiya Ewropayê dikin ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxe."

Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Ludo de Brabander ku di nava însiyatîfê de cih digire, ji ajansa me re axivî.

Ludo de Brabander diyar kir ku PKK ji ber sedemên siyasî di lîsteya terorê de ye û got: “Erdogan ji bo ku rejîma xwe ya neteweperest a otorîter li ser pêyan bihêle pêwîstî bi dijminan heye. Dewleta Tirk ev çend sal e ji bo bêdengkirin û fetisandina muxalîfan terorîzmê bi kar tîne. Ji bo ku şaredarên hatine hilbijartin ji peywirê bigire û yên li gorî dile xwe li şûna wan bi cih bike, vê ferasetê bi kar tîne."

'LI DIJÎ PKK'Ê KOÇBERAN BI KAR TÎNE'

Ludo de Brabander da xuyakirin ku Ewropa ji ber penaberan timî bi dewleta Tirk re dan û standinan dike û wiha axivî: "Ji bo NATO'yê, Tirkiye li ber 2 herêmên girîng ên jeostratejîk (Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn) hevalbendekî girîng e ku divê nekeve destê Rûsyayê. Ji ber vê yekê rojavayî destûrê didin Erdogan ku 'şerê xwe yê li dijî terorê' bimeşîne û PKK'ê di lîsteyên terorê de bihêlin."

Ludo de Brabander got bêyî PKK'ê pirsgirêka Kurd çareser nabe û wiha dewam kir: "Dan û standinên bi PKK'ê re û lihevkirineke siyasî ji bo pêkanîna aştiya li Bakurê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şertên pêşîn in. Erdogan ji bo ku desthilata xwe bidomîne, li ber vê dibe asteng. Di sala 2015’an de piştî bidawîbûna pêvajoya muzakereyê ya bi PKK'ê re, yekser li hemberî bajarên Kurdan êrişên qirkirinê kirin. Vê yekê nêzîkatiya Erdogan nîşan da."

Brabander di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku mayîna PKK’ê di 'lîsteya terorê' ya NY'ê de, durûtî ye û got: "PKK di şerê li dijî DAIŞ'ê de piştgiriyê dide QSD'ê. PKK ji sala 1993'yan ve bê navber banga aştiyê dike. Tevgereke leşkerî ye ku li gorî prensîbên hiqûqa şer û hiqûqa mirovî ya navneteweyî tev digere. Li welatê min Belçîkayê, dadgehan gelek caran biryar da ku pevçûna Tirk-Kurdan şerekî çekdarî ye û ji ber vê yekê nakeve ber qanûna terorê. Di sala 2018’an de Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku PKK ne di lîsteya terorê de be, tevî ku piştre biryar hate betalkirin jî ji ber ku argumanên têrtijî hatin pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê, ji bilî biryara ku PKK ne rêxistineke terorê ye, tu tercîheke maqûl a NY û Dadgeha Ewropayê nîn e.”

‘ÊDÎ DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN'

Ludo de Brabander got lîste ji bo armancên siyasî hatiye berevajîkirin û wiha pê de çû: “Êdî dem hatiye ku rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û partiyên siyasî yên li welatên cuda dijîn, bi awayekî aktîf tev li xebatên derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê bibin."

Her wiha Ludo de Brabander diyar kir ku divê welatên endamên NY'yê ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin, dozên nû veke û got: "Mîna li Belçîkayê, hêvîdar im dewletên din ên Yekitiya Ewropayê ku nîşan dan PKK ne rêxistineke terorê ye, bi dozên nû re ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyê, bikevin nava hewldanan."  

ANHA