ꞌEm bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne û tawîzan ji tu aliyan re nadinꞌ

Meclisên sivîl, herêmî, leşkerî û Partiya Sûriya Pêşerojê û rûspiyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên alîgirên hikumeta Şamê yên derxistina aloziyê li herêmê banga piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kir.

ꞌEm bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne û tawîzan ji tu aliyan re nadinꞌ
8 mijdar, 2021   16:24
DÊRAZOR

Meclisên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotegotên ku aliyên girêdayî hikumeta Şamê belav dikin şermezar kirin. Di heman çarçoveyê de Meclisa Firatê bi beşdariya endamên Meclisa Herêma Rojhilat, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên hemû meclisên herêmî yê herêma Firatê civînek li dar xist.

Civîna li avahiya Meclisa Firatê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Dêrazorê Mihemed El-Şaban axivî. El-Şaban rewşa siyasî, komployên li dijî Rêveberiya Xweser têne kirin, şerê taybet, gotegotin ku  hikumeta Şamê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûye, nirxandin. Her wiha banga piştgirî û hevgirtina bi QSD'ê re kir.

/ar/uploads/files/2021/11/08/150658_abrahym-alaasy.webp

Bi navê Meclisa Leşkerî a Hecînê Îbrahîm El-Asî diyar kir ku li hemberî êrişên muhtemel ên li ser sînorê Rêveberiya Xweser ew amade ne bersivê bidin û got: "Rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê berhemên keda şehîdan e, ji lew re keda şehîdan wê li erdê nemîne. Em ê ji tu aliyên ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin tawîzan nedin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zkCpSvptwFU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Hevserokê Meclisa Sivîl a Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê Mihemed El-Imeyrî îşaret bi rewşa rêxistinî û ya saziyên herêmê kir û got, ew projeyên xizmetguzariyê pêk tînin û di vê demê de qada xizmetguzariyê ji du salên derbasbûyî bêhtir pêşketiye. El-Imeyrî da zanîn ku li dijî dijmin û gotegotan ew piştgiriya QSD`ê dikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran li ser pirsgirêkan nîqaş kirin û dîwana civînê bersivên pirsên wan da.

Mîna vê civînê li gelek herêmên Dêrazorê hatin lidarxistin, sibe wê bi heman mijarê civînek li navenda Meclisa Çandiniyê ya bajarokê Hecînê were lidarxistin.

Di heman çarçoveyê de Meclisa Sivîl û Herêmî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Firatê Ebdurehman El-Dixêfî daxuyanî xwend. Daxuaynî bi beşdariya rûspiyên eşîrên herêma Firatê, fermandarên leşkerî, nûnerên meclisa sivîl li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, nûnerên meclisên sivîl û herêmî ya herêma Firatê hate xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xIsxKQkHVto" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em kiryarên dijminane yên hikumeta Tirkiyê, sûcdar û serokkomarê wê Erdogan ku li herêmê hewldana avakirina împaratoriya Osmanî dike, şermezar dikin.

Di heman demê em li dijî destwerdanên Tirkiyê li herêmê  û li dijî destwerdanên ji derve ne, her wiha êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û ji dil bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne. Em her tim li dijî êriş û destwerdanan destek in.

Di dawiyê de em ji kesên ku gotegot û îdiayan belav dikin  re dibêjin; em ê bimînin û piştgiriya QSD`ê bikin û bi rêveberiya xwe ya xweser re bin. Herêmên me bi ewle ne, em aştîxwaz in û tu carî şer naxwazin, em dixwazin li herêmên xwe bi ewle bijîn."

(eh)

ANHA