Li Kerkûkê bombeyek bi wesayîta Heşd Şebî ve teqiya

Li bajarokê Terkilanî yê Kerkûkê yê Başûrê Kurdisatnê bombeyek bi wesayîta Heşd Şebî ve teqiya. Di teqînê de çekdarekî Heşd Şebî hat kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê bombeyek bi wesayîta Heşd Şebî ve teqiya
8 mijdar, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Iraqê, îro li bajaroka Terkilanî yê ser bi parêzgeha Kerkûkê dema derbasbûna wesayîteke girêdayî Heşd Şebî, bombeyek teqiya. Di encama teqînê de çekdarek hat kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.

Bajarokê Terkilan bi 10 kîlometreyan li başûrê Kerkûkê ye.