Rojnameyên erebî: Hewldana kuştina Kazimî, Heşdî Şebî tengav kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li Sûriyê, hewldana kuştina Kazimî, rewşa li Sûdanê û hilbijartinên li Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hewldana kuştina Kazimî, Heşdî Şebî tengav kir
Rojnameyên erebî: Hewldana kuştina Kazimî, Heşdî Şebî tengav kir
Rojnameyên erebî: Hewldana kuştina Kazimî, Heşdî Şebî tengav kir
Rojnameyên erebî: Hewldana kuştina Kazimî, Heşdî Şebî tengav kir
8 mijdar, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘XEBATÊN “ÇARESERKIRINÊ” MÎNA LI DERAYÊ LI DÊRAZORÊ PÊK TÊN’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Mîna li Derayê, dê li Dêrazorê jî xebatên çareserkirinê bi navbeynkariya Rûsyayê pêk werin. Di vê çarçoveyê de saziyên ewlehiyê, hizbî û hikumî yên girêdayî hikumeta Şamê li Dêrazorê dest bi amadekariyên temamkirina xebatên çareserkirinê yên berfireh kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, ji bo wê hikumeta Şamê dest bi avakirina komîteyên taybet ên çareserkirinê kiriye. Tê payîn rewşa kesên ji pêkanîna leşkeriyê revîne yan jî pêk neanîne, heta jin û mêrên ku ji aliyê dewletê ve tên xwestin, were çareserkirin. Bi rastî jî Wezareta Karên Hundir û ya Edaletê û saziyên ewlehiyê komîteyek ava kiriye da ku wesîqeyên çareserkirinê derxin da ku kesên bi hikumetê li hev bên, werin parastin. Li gorî heman çavkaniyan, hêzên leşkerî û ewlehiyê hatin agahdarkirin. Her wiha hola werzîşê ya li Dêrazorê wek cihê xebatên çareserkirina rewşan hat diyarkirin. Hatiye plankirin ku piştî wê, ev xebat li gundewarên rojava, El-Bûkemal, Meyadîn û gundewarên wê ta gundewarên bakur pêk werin.

Sekreterê Partiya Baas şaxê Dêrazorê Emîn El-Xedeb ragihandibû ku hikumeta Şamê dixwaze lihevkirineke giştî li Dêrazorê pêk bîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku komên alîgirên Îranê ji beriya çend rojan ve, nuqteyên xwe yên li bajarok û gundên di navbera Meyadîn û El-Bûkemal de li ser sînorên Sûriyê û Iraqê yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê guhertin û her wiha bi awayekî mezintir asê kirin. SOHR`ê diyar kir ku ji ber êrişên domdar ên Îsraîlê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî milîsên wê wisa kiriye."

‘HEWLDANA KUŞTINA KAZIMÎ; BIRYARA JIHEVXISTINA HEŞDÎ ŞEBÎ NÊZ DIBE’

Der barê hewldana kuştina serokwezîrê Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Piştî hewldana binkeftî ya kuştina serokwerzîrê Iraqê Mistefa Kazimî milîsên alîgirên Îranê hemû firsend winda kirin ku wek beşeke hikumetê were qebûlkirin. Kazimî fêm kir ku heke li ser erka xwe be, dê derfetên pêkanîna bazaran bi komên alîgir re nemînin.

Têkildarî şermezarkirina Îranê ji bûyera kuştinê re, kesên nêzî Kazimî got dron ên Îranê ne, kesên dron bi kar anîne milîsên wê ne, ferman jî yên Îranê ne.

Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku serokên komên alîgir, li bendê bûn ku hewldana kuştinê ya duh bi ser bikeve û amadekariyên daxuyaniyên sersaxiyê dikirin. Ruxmî wê jî hinekan rasterast gefa kuştinê lê xwar. Lê binketina hewldanê şaş man û mîna Îranê bûyer şermezar kir.

Li Iraqê tê gotin ku armanca duyemîn Muqteda El-Sedr ê serokê Tevgera El-Sedr yê ku di hilbijartinan de li ser hesabê partiyên şîe yên din, bi ser ket.

Parlamenterekî iraqî ku di hilbijartinên dawîn de bi ser ketiye û nexwest navê xwe eşkere bike, got di hedefgirtina mala Kazimî de gelek delîl hene ku komên çekdar heta radeyeke mezin amade her tiştî bikin da ku kursiyên ji ber qanûna nû ya hilbijartinan ji dest dane, bi dest bixin.”

‘DERIYÊ BERNAMZETIYA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ HAT VEKIRIN’

Girêdayî rewşa li Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Îro li Lîbyayê bi awayekî fermî xebatên hilbijartinan dest pê kirin. Kartên dengdayînê hatin belavkirin û derî li pêşiya bernamzetiyê hat vekirin çi yên parlamentoyê yan jî serokatiyê ku tê payîn hemwextî ragihandina serxwebûn û damezirandina dewleta Lîbyayê di 24`ê Kanûnê de pêk werin.

Nivîsên Komseriya Bilind a Hilbijartinan li her dera welêt îro kartan radestî xwediyên wan dikin û dosyayên namzetan ji bo hilbijartinên serokatî û parlamentoyê tomar dikin.

Xebatên tomarkirina namzetên hilbijartinên serokatiyê dê heta 22`yê Mijdarê berdewam bike. Li aliyekî din xebatên tomarkirina namzetên hilbijartinên parlamentoyê dê heta 7`ê Kanûnê bidomin.

24`ê Kanûnê dê ji bo gera yekemîn a hilbijartinên serokatiyê were diyarkirin. Gera duyemîn dê hemwextî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê pêk were ku li gorî komseriya hibijartinan tê payîn piştî 52 rojan ji gera yekemîn li dar bikevin.”

‘EL-BURHAN BI ŞANDEYA KOMKARA EREBÎ RE CIVIYA’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê girêdayî rewşa li Sûdanê wiha nivisî: ”Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan duh bi şandeya Komkara Erebî ya bi serkêşiya Husam Zekî sekreterê komkarê re civiya. El-Burhan tê de careke din soz da ku hêzên çekdar bi guhertina demokratîk û parastina destkeftiyên şoreşa Sûdanê û pêkanîna hêviyên gel pabend in.

Gelek warên mezin ên Sûdanê duh bangewaziya boykotê bersivand ku pîşesazan ragihandiye û dê heta îro berdewam bike.”

(şx)