Malbatên şehîdan: Divê komîteyeke lêpirsînê biçe Herêmên Parastina Medyayê

Malbatênê şehîdan ên bajarê Hesekê bang li civata navneteweyî kir ku komîteyeke lêpirsînê bişîne Başûrê Kurdistanê da ku sûcên dewleta Tirk dike, lêkolîn bike. Malbtên şehîdan diyar kir ku bêdengiya navneteweyî dihêle ku dewleta Tirk sûcan zêde bike.

Malbatên şehîdan: Divê komîteyeke lêpirsînê biçe Herêmên Parastina Medyayê
8 mijdar, 2021   07:51
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim malbatên şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî zêde dibin.

Li gorî bîlançoya dawî ya HPG`ê, dewleta Tirk di nava 6 mehên bor de (Ji 23`yê Nîsana borî ve heta 23`yê Cotmeha borî) zêdetirî 300 carî êriş bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan pêk aniye.

Têkildarî mijarê bavê şehîd Çekdar Hesekê, Ebdo Şêxo êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bikaranîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî li dijî gerîlayan û hevkariya PDK'ê ya bi dweleta Tirk re şermezar kir.

Ebdo Şêxo her wiha nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan da û got"Gelo gerîlayan çi kirine ku ewqas bêdengî hebe."

Şêxo diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan û bikaranîna çekên kîmyewî ew e ku gelê Kurd qir bike û serdema Osmanî vejîne.

Her wiha dayika şehîd Alan Hesekê, Sebah Mûsa destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku gelan tune bike û diyar kir ku êriş dê tu carî li pêşiya armanca gelan di azadî, pêkanîna edalet û wekheviyê de nebe asteng û wiha pêde çû: "Em ê çekên zarokên xwe yên şehîd li erdê nahêlin da ku em armancên wan pêk bînin û em ê têkoşîna xwe xurt bikin."

Şêxo di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xw derkeve, sûcên dewleta Tirk ku qanûnên navneteweyî binpê dike şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyanet û siyaseta ku xizmeta dijminê kurdan dike, berde.

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku di 14`ê Sibata borî de li herêma Garê bi bin ket, ji 23`yê Nîsana borî ve êrişeke berfireh ên bejahî û asîmanî li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di êrişên bi armanca qirkirin û dagirkirinê de hemû cûreyên çekan bikar tîne.

Her wiha bavê şehîd Serhed Hesekê, Mihemed Dawê jî anî ziman ku piştî dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi bin ket, hemû rêbaz û cûreyên çekan, di nav de çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar tîne.

Dawê bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wiha anî ziman: "Berdewamiya bêdegniya navneteweyî ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve tê wateya ku êrişên dagirkeran li gorî berjewendiyên naveteweyî ne."

Mihemed Dawê diyar kir ku erka civata navneteweyî ye ku bi rêya Meclisa Ewlehiyê komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî ava bike û bişîne Başûrê Kurdistanê da ku lêkolînê derbarê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, bike.

Tevî ku endamê Fermanariya Navendî ya HPG`ê Murad Karayilan teqez kir ku delîlên ber çav ku artêşa Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar tîne, hene lê bêdengiya navneteweyî didome.

(bx)

ANHA