Jinên Rojava cîhan ji xeteriya DAIŞ`ê rizgar kir, divê piştgiriya wan were kirin

Ji roja dagirkirina Efrînê û heya îro sûcên li dijî jinên herema Efrînê berdewam dikin, lê mixabin tu rêxistin û sazî li hember vê hovîtiyê helwest raber nakin. Divê şandeyên taybet ji bo şopandina rewşa jinan derbasî Efrînê bibin.

Jinên Rojava cîhan ji xeteriya DAIŞ`ê rizgar kir, divê piştgiriya wan were kirin
8 mijdar, 2021   05:15
ŞEHBA – LEYLA LORÎN

Berî demekê Buroya Jinan û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê, bîlançoya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan ji raya giştî re eşkere kir. Di bîlançoyê de hat zanîn ku ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve 84 jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin, bi hezaran jin hatine revandin, her wiha 6 jinan dawî li jiyana xwe aniye. Heta niha hîn bi hezaran jin di zindanên Çerxereya Kawa û Kefercenê de, di bin îşkence û tecawizê de tên ragirtin. Bîlançoya tê parvekirin tenê beşekî biçûk ji sûcên dagirkeran li hemberî jinan in, lê belê hejmarên rastîn hîna zêdetir in û tiştên veşartî xirabtir in.

Li gorî bîlançoya Saziya Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de, 301 welatî hatine revandin, ji wana 25 jin in. Her wiha 5 ji wan kesan hatine kuştin.

Têkildarî mijarê Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Star a Kantona Efrînê, Zozan Mistefa û Endama Desteya Jin a kantona Efrînê Emîne Mele Hesen ji ajansa me re axivîn.   

‘DIVÊ DEMILDEST ŞANDEYEKE SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN BIÇE EFRÎNÊ’

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Star a Kantona Efrînê Zozan Mistefa diyar kir sûcên li Efrînê li dijî jinan tên kirin gelek xeter in û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê li ser şêniyên Efrînê û jinan bi taybet sûcan pêk tîne. Raya giştî ya cîhanê li hemberî van sûcan bêdeng e. Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya saziyên mafên mirovan û civatên nanveteweyî sûdê werdigire û êrişên xwe li herêmê zêdetir dike."

Zozan Mistefa diyar kir ku divê şandeyeke saziyên mafên mirovan û saziyên jinan derbasî Efrînê bibe û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk û çeteyên wê rojane jinên Efrînê direvînin û di zîndanan de îşkenceyê li wan dikin û wan tecawiz dikin. Divê ev hovîtiya dagirkeriya Tirk li dijî jinan ji aliye saziyên jinan ve neyê qebûlkirin. Divê demildest şandeyeke saziyên jinan û mafên mirovan derbasî Efrînê bibin û rewşê bişopînin."

‘PAYTEXTA DAIŞ’ Ê BI DESTÊ JINÊN KURD HATE RÛXANDIN’

Endama Desteya Jin a Kantona Efrînê Emîne Mele Hesen jî bal kişand ser sûcên dewlet Tirk li dijî jinan li Efrînê û wiha got: "Em dizanin ku Reqa ku DAIŞ`ê wekî paytexta xîlafetê ragihandibû ji aliyê şervanên jin ên leheng ve hate rizgarkirin û mirovahî ji hovîtiya DAIŞ’ê hate xilaskirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk çeteyên wê bi van sûcan tola DAIŞ’ê hiltînin."

Emîne Mele Hesen diyar kir ku rewşa jinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine revandin û di zîndanan de tên ragirtin, pir xeter e û wiha domand: "Bi hezaran jinên ku bi destê çeteyan hatine revandin di zindanan de tên tecawizkirin, îşkence li wan tê kirin û bi mirinê re rû bi rû ne."

Emîne Mele Hesen di dawiyê de bang li saziyên mafên mirovan kir û wiha got: "Jinên herêmê û jinên Efrînê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bedelên giran dan û mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kirin. Divê hemû rêxistin û saziyên jinan li hember hovîtiya û sûcên dewleta Tirk li Efrînê helwest nîşan bidin."

ANHA