Bijîşkê berpirsê karantînayê li Tebqa banga pabendbûna qedexeya derketinê kir

Bijîşkê berpirsê karantînayê li Tebqayê Mihemed El-Îsa bang li şêniyên herêmê kir ku ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê pabendî biryara qedexeyê bibin.

Bijîşkê berpirsê karantînayê li Tebqa banga pabendbûna qedexeya derketinê kir
7 mijdar, 2021   11:45
TEBQA

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê, Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê ji bo pêşîlgirtina belavbûna vîrusê, biryara qedexeya derketina derve ya giştî derxist.

Bijîşkê berpirsê karantînayê li Tebqayê, Mihemed El-Îsa diyar kir ku hejmara pêketiyên Koronayê li herêmê zêde bûye, her wiha destnîşan kir ku wan navend bi derman, alavên oksijînê û hemû pêdiviyên bijîşkî peyda kirin û lîsteya nûbetê ji bo bijîşkan çêkirin.

Mihemed El-Îsa wiha lê zêde kir: "Di rojên borî de bi destpêkirina qedexeya derketina derve re, pêbendbûneke baş ji aliyê şêniyan ve hebû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî roleke sereke di bicihanîna vê biryarê de heye".

El-Îsa destnîşan kir ku dermanên pêwîst li navendên karantî û nexweşxaneyan peyda dibin, lê kêmasî di alavên oksîjenê de heye.

El-Îsa diyar kir ku ji ber kêmbûna hejmara kadroyên bijîşkî, derfetên avakirina navendên din li herêmê tune ye.

El-Îsa her wiha piştrast kir ku ku derziyên Koronayê hene û yên ku dixwazin werin li xwe bixin dikarin serlêdan bikin. El-Îsa diyar kir ku ev pêla ji yên beriya wê xetertir e, ji ber ku kesên ji hemû temanan pê dikevin.

El-Îsa bang li şêniyan kir ku pabendî qedexeya derketinê bin û tedbîrên xweparastinê pêk bînin.

El-Îsa her wiha bang li rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî kir ku rewşa herêmê berçav bigirin û alîkariyên pêwîst ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusê pêşkêş bikin.

(dx)

 ANHA