Li başûrê Hesekê 2 stasyonên avê tên sererastkirin

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li başûrê bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, dest bi sererastkirina 2 stasyonên avê kir.

Li başûrê Hesekê 2 stasyonên avê tên sererastkirin
7 mijdar, 2021   10:30
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Gerînendetiya Avê ya Giştî ya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Hesekê û bi Koordîneya bi rêxistina Firat re, dest bi sererastkirina stasyonên paqijkirina avê yên li Şedadê û Mergeda kir.

Piştî ku Rêveberiya Xweser ava Firatê gihandin kantona Hesekê, dest bi sererastkirina herdu stasyonan hate kirin.

Li gorî rêveberên projeyê û Şaredariya Gel a navçeya Şedadê, dê zêdetirî 160 hezar kes li 350 gund û bajarokên girêdayî navçeyên Şedadê û Mergede sûd ji sererastkirina herdu stasyonan bibînin.

/ar/uploads/files/2021/11/07/092217_dsc_6080.webp

Li gorî rêveberê xetên avê Mihemed Salih, xebatên sererastkirina stasyonê Şedad û Merkedê dê 5 mehan dirêj bike.

Mihemed Salih diyar kir ku li gorî plana kar stasyonên avê dê di Sibata 2022'an de amade bibin û bikevin xizmetê.

(dm)

ANHA