Yewnanistan: Tirkiye bi siyasetên xwe pirsgirêk bi dewletan re dexist

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias da zanîn ku Enqere bi siyasetên xwe yên berfirehkirina împratoriya Osmaniyan pirsgirêk bi cîranên xwe re derxist.

Yewnanistan: Tirkiye bi siyasetên xwe pirsgirêk bi dewletan re dexist
7 mijdar, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ragihand ku divê Tirkiyê daxwaza xwe ya ji bo diyalogeke rast û avaker bi Yewnanistanê re nîşan bide.

Dendias ragihand ku helwesta niha ya Tirkiyê tu têkiliyên xwe bi siyaseta nêzikbûnên bi Yekitiya Ewropayê re tune ye û got: "Enqere bi rêya siyaseta xwe ya berfirehkirina împeratoya Osmaniya nû pirsgirêk bi hemû dewletên xwe yên cîran re derxist".

Dendias got kiryarên dewleta Tirk nayên qebûlkirin û qanûnên navneteweyî binpê dikin.

Di dawiya meha Cotmehê de, Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li hemberî dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bide.

(dx)