Nimûneyeke qirkirina çandî û fîzîkî; dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagierk hewl da cihên ku dagir kirine bike Tirk û dibêje dagirkeriya wê ne mayînde ye. Lê ji sala 2016'an ve Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û bi xwe ve girê dane.  

Nimûneyeke qirkirina çandî û fîzîkî; dewleta Tirk
6 mijdar, 2021   03:09
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Li Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, asîmîlasyon û guhertina demografîk berdewam dike. Li aliyê din, pêkanîna polîtîkaya tirkkirinê li herêmên navborî ku navên kuçe, kolan û dibistanan kirine bi tirkî, zimanê perwerdeyê kiriye tirkî, her cure sazî lê ava kirine. Ev yek jî nişan dide bê ka berevajî îdiayên wê dagirkeriyeke çawa li wan herêman pêk tîne.

PEYMANGEHÊN GIRÊDAYÎ ZANÎNGEHA DÎLOKÊ Û BIKARANÎNA MECBÛRÎ YA LÎREYÊ TIRK

Di Cotmeha 2019'an de li Cerablus, Ezaz, Efrîn û Babê 3 peymangehên girêdayî Zanîngeha Dîlokê hatin vekirin. Di 2020’an de jî bikaranîna lîreyê Tirk kirin mecbûrî.

Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcêb revandin, tacîz û tecawizê di çarçoveya polîtîkayên dagirkeriyê de bûne rûtînên rojane. Dewleta Tirk û çeteyên wê li Cerablusê axaftina bi tirkî mecbûrî kirin.

Li Efrînê, ku ji roja destpêkê ya dagirkirina wê ve bûye navenda her cure pêkanînên li derveyî mirovahiyê, demografiya wê tê guherandin ku heta DAIŞ’ê ew qas nekaribû. Beriya dagirkirinê ji sedî 96-98’ê bajêr Kurd bû lê niha li gorî jin çavkaniyan ji sedî 22 û li gorî hinên din jî tene ji sedî 15’ê wê Kurd e. Li bajêr di çarçoveya polîtîkaya dewleta Tirk a dagiker de bi destê MÎT’ê û çeteyên wan qetlîam, îşkence, fidye, talan û tecawiz bê navber didomin. Ev hemû jî bi rengekî herî bêperwa û bêexlaq li pêş çavên hêzên Rûsyayê û yên Koalîsyonê pêk tên û bi derewa ‘li dijî sînorên me êrişên terorîstî hene’ pêk tên.

POLÎTÎKAYA TIRKKIRINÊ

Pêkanînên herî girîng ên ji bo dagirkerî û mêtingeriya mayînde ya dewleta Tirk, li ser bingeha asîmîlasyona mecbûrî tirkkirin e. Mînaka vê ya herî berbiçav jî hilweşandina bîr û hafizeya berê ye û hewldana afirandina bîreke nû ya bi tirkî ye.

Ala Tirk û wêneyên serokkomarê Tirk li ser deriyên gelek avahiyan hatine daliqandin. Di mehên dawîn de li Cerablusê qaşo dibistanek hat vekirin û navê cîgirê waliyê Dîlokê Ahmet Turgay Îmamgîller lê kirin ku salek berê li Cerablusê jiyana xwe ji dest dabû. Ev yek jî asta vê polîtîkayê nîşan dide.

Mîna ku Efrîn herêmeke Tirkiyê be, di 9'ê Mijdara 2018'an de şaxeke PTT'ê (saziya postê ya Tirkiyê), di 9'ê Cotmeha 2019'an de jî peymangeheke perwerdeyê ya girêdayî Zanîngeha Dîlokê hat vekirin.

242 dibistan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û piraniya wan perwerdeya bi tirkî didin. Minhacên dibistanan ji aliyê dewleta Tirk ve têne  diyarkirin. Xwendekar di van dibistanan de bi feraseta nîjadperestiya Tirk tên perwerdekirin. Her sibeh beriya destpêkirina dibistanê bi awayekî komî ayetan bi xwendekaran didin xwendin û ev jî nişan dide ku li qadên dagirkeriyê senteza îslam-Tirk çawa tê bicihkirin.

Dibistana navîn a bi navê ‘Paşa Karaca Îmam Hatîp Lîsesî’ li Efrînê vekirine, nîşanyeke din a vê ferasete ye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kiribû ku rêveberiya Zanîngeha Ezazê ku di nava "hikumeta demkî" de cih digire, di sala nû ya akademîk de beşên wek peymangeha ragihandinê û zimanê tirkî vekirine. Li gorî qanûnên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) mafê dewleta Tirk nîn e ku tu biryaran li van herêman bide, ji ber ku herêmên navborî dagirkirî ne.

DEWLETA TIRK HERÊMÊN DAGIRKIRÎ LI XAKA XWE ZÊDE DIKE

Heman sûcên li ser xeta Efrin û Cerablusê pêk tên, li Serêkaniyê û Girê Spî jî ku di sala 2019 'an de hatibûn dagirkirin, hene.

Malbatên çeteyan ên ji bajarên cuda yên Sûriyê anîne, li şûna mirovên ji herêmê hatine derxistin, hatine bicihkirin. Ne tenê li Sûriyê, di heman demê de mîna ku beriya niha gelek caran di çapemeniyê de hat ragihandin, bi bicihkirina malbatên çete yên ji deverên cuda yên cîhanê li vê herêmê, siyaseteke kokqelandinê tê meşandin.

Dewleta Tirk a mêtinger her roj li qadên dagirkeriyê bêhtir xwe sazkar dike. Dewleta Tirk cihên ku dagir kirine bi waliyên xwe ve girê dan û hewl dide wan deveran ji Sûriyê re cuda bike.

SÛCÊN DOMDAR

Dewleta Tirk ji roja destpêkê ya dagirkeriyê ve li herêmê her cure sûc kirin, ji talan, revandin, destdirêjî heta tecawizê, îşkence heta kuştinê.

Lê belê rastiya ku ENKS wek havkara van sûcan xistiye dewrê, mînaka herî berbiçav a siyaseta machiavelîst e. Bo nimûne, propagandaya vegera li Efrînê ku di mehên dawî de tê kirin, bi rêya ENKS'ê hate destpêkirin.

Gelê Efrînê ku ji ber dagirkeriyê koçberî Heleb û Şehbayê bûye, bi propagandayên ENKS'ê tên teşwîqkirin ku ber bi Efrînê ve biçin ku hê jî di bin dagirkeriyê de ye. Bi heman  bang û teşwîqê tê armanckirin ku li Girê Spî û Serêkaniyê heman siyaset bê meşandin.  Lê belê şêniyên herêmên dagirkirî destnîşan dikin ku vegera wan bi tenê bi qedandinda dagirkeriyê pêkan e.

DIBISTANÊN KU VEGUHERANDINE ÎŞKENCEXANEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê dibistan kirine navendên îşkencekirinê û bargehên leşkerî. Girtîgeha Sîco ya li Ezazê yek ji mezintirîn girtîgehên herêmê ye û gelek kesên hatine revandin, li wir rastî îşkenceyên cuda tên. Her wiha li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de zîhniyeta DAIŞ'ê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê nûkirin. Li herêmên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, çarşefên reş li jinan tên ferzkirin û li dikandaran ferz dikin ku di dema nimêjê de dikanên xwe bigirin. Di xwepêşandanan de alên DAIŞ'ê tên hilgirtin. Her wiha di destpêka sala 2021'an de çeteyan li Serêkaniyê hikumeta Fransayê protesto kir û ala Fransayê şewitand û bi alên DAIŞ'ê dest bi meşê kiribû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) krîza mirovî û sûcên li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, belge kirin. SOHR’ê di raporeke xwe de diyar kir ku "Piştî ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirin, roj bi roj pirsgirêkên mirovî, sûc û ewlehiyê li van herêman zêde dibin. Rojek nîn e ku sûc neyên kirin û teqîn pêk neyên."

Di beyanên dewleta Tirk de tê gotin ku ew piştgiriya serwerî û yekparebûna Sûriyê dike lê belê pratîka wê nîşan dide ku rewş qet ne wisa ye.

Li gorî nûçeyên medyaya dewleta Tirk a dagirker, dewleta Tirk dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tirkiyê zêde bike û armanc dike ku ji piraniya sînorê 910 kîlometre, dagir bike. Her wiha hate ragihandin ku armanca dewleta Tirk ew e ku li ser qadeke 600 km êrişeke nû ya dagirkeriyê bike. Di vê çarçoveyê de dagirker tirkkirina van herêman û gefên xwe yên guhertina demografiyê didomînin.  

Ji destpêka meha Cotmehê ve gefa êrişên dagirkeriyê yên berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li Til Rifet, Minbic û Kobanê heye. Rastî ew e ku Erdogan armanc dike tevliheviyê li herêmê derxe, destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe, projeya neteweya demokratîk têk bibe û xebatên siyasî ji bo ku Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin, asteng bike û gelên herêmê, bi taybet Kurdan, ji siberojeke azad bê par bihêle.

Tevî gefên êrişên dewleta Tirk a dagirker, sûcên li dijî mirovahiyê û hemû bangên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên li dijî tirkkirina van herêman, rastiya ku dewleta Tirk ji bo darizandina ji ber sûcên şer tu gav neavêtine, mijareke bingehîn e ku divê bi baldarî were analîzkirin.

ANHA