'Divê  dewleta Tirkiye li pêşberî dadgeha navneteweyî were cezakirin'

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê sûcê şer kiriye, ji ber vê yekê divê li pêşberî dadgeha navneteweyî were cezakirin.

'Divê  dewleta Tirkiye li pêşberî dadgeha navneteweyî were cezakirin'
6 mijdar, 2021   01:46
KOBANÊ- MEYSE EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de êriş û sûcên xw yên dermirovî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di van demên dawîn de dewleta Tirk êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov li dijî welatiyan zêde kir. Ji ber van êrişan di 3 mehên dawî de 20 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Daûwd got, dewleta Tirk rêgezên qanûnî yên herêmî û navneteweyî derbas kiriye.

Daûwd da xuyakirin ku dewleta Tirk li gorî siyaset û berjewandiyên xwe yên li herêmê  tevdigere û wiha got: "Dewleta Tirk xwedî dîrokek e ku piştevaniya terorîst û komên çekdar ên tundraw e dike ev kom niha li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li bakurê Sûriyê ne û binpêkirinên hovane û komkujiyan li dijî sivîlan dikin."

Daûwd îşaret pê kir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê girêdayî berjewendiyên navneteweyî ku her yek ji wan dixwaze xwe û siyaseta xwe li ser yên din ferz bike.

Dawûd destnîşan kir ku di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyaneke hevbeş heye û Tirkiye bi hedefgirtina sivîlên li herêmê hewl dide ewlehiya herêmê têk dibe.

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd bang li hemû rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji van êriş û komkujiyên li dijî gelê herêmê berde.

Ehmed Dawûd destnîşan kir ku divê mijara sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê di qadên navneteweyî de bên rojevkirin û wiha domand: "Li gel topbarana rojane ya li ser herêmê, hedefkirina sivîlan û binpêkirinên li herêmên dagirkirî, dewleta Tirk siyasetên cûda dimeşîne, mîna kêmkirina asta ava çemê Firatê û tîkirina gelên herêmê. Armanca wê ji van siyasetan ew e ku destkeftiyên siyasî û leşkerî li herêmê bi dest bixe, nemaze piştî ku di siyasetên navneteweyî de bi bin ket."

Dawûd diyar kir ku ji ber van sûcan, ne tenê yên li Sûriyê, di heman demê de destwerdanên wê li kar û barên dewletên din, divê dewleta Tirk were muhasebekirin û da zanîn ku Tirkiyê bûye dewleta ku tê re teroropîst derbasî hermên cûda yên Rojhilata Navîn dibin.

Ehmed Dawûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê dosyayên têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk pêşkêşî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî werin kirin da ku dewleta Tirk û serokê wê li pêşberî dadgeha navneteweyî werin cezakirin û got: "Timayên fireh ê Tirkiyê li herêmê hene, ev siyaset berdewama berdewama siyaseta dewleta Osmanî ya kevn e ku qirkirina ermenan encamekî wê ye."

(dx)

ANHA