Kevneşopa qirkirinê ya dewleta Tirk ji Osmaniyan wergirtî

Kevneşopa komkujiyan ku dewleta Tirk a dagirker ji Osmaniyan dewr girtiye, îro bi gefên nû yên li dijî gelên herêmê dewam dike.

Kevneşopa qirkirinê ya dewleta Tirk ji Osmaniyan wergirtî
6 mijdar, 2021   04:13
QAMIŞLO

Şefê faşîst Erdogan, ji ber ku dizane krîza aborî û siyasî ya Tirkiyê dê wî ji textê wî daxe, careke din dest bi gotinên şerxwaziyê kir. Erdogan û burokratên wî gefên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin û hewl didin bi rêya qirkirina gelên herêmê û bi taybet Kurdan, temenê xwe dirêj bikin.

Kevneşopa komkujiyan ku dewleta Tirk a dagirker ji Osmaniyan wergirtiye, her cara ku otorîteya desthilatê bê çare dibe, dest bi qirkirinê dike. Komkujiyên di sedsala 16’an de li dijî gelen Rojhilta Navîn kirin, piştî Dewleta Osmanî di sedsala 19’an de dest bi hilweşînê kir, di serî de li dijî gelê Ermen, bi milyonan mirov qetil kirin.

Di vê dosyayê de em ê hewl bidin careke din komkujiyên dewleta Tirk ji Osmaniyan dewr girtine yên li dijî gelên Ereb, Suryan, Asûr û Ermen ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bînin ber çavan.

KOMKUJIYÊN LI SER EREBAN

1516-1517 Heleb-Tîlel: Sultanê Osmanî yê wê demê Yavuz Selîm piştî ku Memlûqî di şerê Mercîdabiqê de têk birin, pêşî Heleb dorpêç kir û piştre dagir kir. Bi dagirkirina Helebê re 40 hezar elewiyên Ereb (Nuseyrî) ji ber destekkirina Memlûqiyan, hatin qetilkirin. Li gorî hin çavkaniyên dîrokî, ji kesên hatine qetilkirin 24 hezar jin û zarok bûn.

1559 Şam: Dema eşîrên Ereb li dijî zilma waliyê Osmanî rabûne serhildanê, malbatên mezin ên Şamê bi fermana walî li şûran xistin û mal û milkên wan desteser kirin. Di belgeyên arşîva dîroka Sûriyê de fetwayên şêxûlîslam ên ji bo qetilkirina wan malbatan hene.

1565 Hema: Bi qasî 2 hezar kesên ji eşîrên Aşarne û Benî Ziyad ên nexwestin bac û xeracê bidin Osmaniyan, di komkujiya bi fermana mîrê mîran ê wîlayeta Helebê de hatin kuştin.

1607 Kûyûcû Paşa û Komkujiya Canbûladiyan: Murat Paşa ku ji ber komkujiyên xwe yên li Anatolya û Mezopotamyaya Jorîn û xeniqandina mirovan di bîran de bi navê ‘kûyûcû’ (bîrkol) dihat nasîn, bi eslê xwe devşirmeyekî ji Bosnayê ye. Piştî kul i Anatolyayê serhildanên Celaliyan dest pê dikin, Osmanî ji bo ku serhildanan têk bibin, wî peywirdar dikin.

Di sala 1607'an de Canbûladî ku şaxekî Celaliyan ên li Heleb û Idlibê ne, fermanekê diweşînin û pê diyar dikin ku ew desthilata Osmanî nas nakin û xanedaniya xwe bi desteka gelên herêmê îlan dikin. Gelên Heleb, Şam, Idlib û Îskendarûn tev li artêşa Canbûladiayn dibin. Artêşa Kûyûcû Murat Paşa û artêşa Canbûladiyan li xaçerêya Belenê ya li Çiyayê Nûr ên li ser sînorê IdlIb-Îskenderûnê rastî hev tên.

Piştî şer, Murat Paşa Canbûlad dîl digire û berê xwe dide IdlIb û Helebê û bi hezaran mirovan qetil dike. Li gorî dîroknasan artêşa Osmanî li hemû wargehên tê re derbas dibe, tu kesekî sax nahêle.

1775-76 Komkujiya Cezzar Paşa: Cezzar (qesab) Ehmed, paşayekî din ê Osmaniyan e ku li ser gelê Ereb komkujî pêk anîne. Dîroknas Faîk Bulut wiha qala komkujiya Cezzar Paşa dike: "Cezzar Ehmed ku yawerê (cîgir) waliyê Şamê Osman Paşa bû, piştî ku malbatên mezin ên herêmê mîna Zahîr Omer, Zeydan û Şahab li dijî zilma Osmanî serî hilda, di salên 1775-76'an de wezîfeya tepisandina serhildanê girt ser milê xwe. Di sala 1775’an de rêberê serhildanê Zahîr Omer kuşt û piştre rutbeya wezîriyê danê û kirin waliyê Saydayê. Cezzar ji koleyên Boşnak, Alban û yên ji bakurê Afrîkayê artêşek ava kir û bi rêbazên hovane bi ser eşîrên Ereban ên li herêmê de çû."

1829 Heleb-Şehba: Di sala 1829'an de di navbera Heleb û Şehbayê de bi pêşengiya şervanên Ereb û Kurd ên bi navên Battal û Omer serhildanekê dest pê kir ku nedixwestin leşkeran bidin Osmaniyan. Ji wîlayeta Diyarbekirê (Amed) leşkeran bi ser wê komê de dişînin û nêzî hezar kesî qetil dikin.

1831 Şam: Komkujiyeke mezin li ser êlên Ereban di navbera Şam û Beyrûtê de pêk tê. Gel li hember bacên giran û leşkeriyê serî hildide û waliyê Şamê Selîm Paşa tê kuştin. Piştre leşkerên ku ji parêzgehên Heleb, Diyarbekir û Şamê anîne, bi rêbazên hovane berdidin ser gel.  Li gorî çavkaniyên fransî û erebî, bi hezaran kes ji aliyê Osmaniyan ve hatine qetilkirin. Kesên ji komkujiyê direvin, bere xwe didin Xan Şeyxûn a Idlibê lê Osmanî wî bajarokî jî dorpêç dikin û wan kesan bi malbatên wan re qetil dikin.

1916 Cemal Paşa û 33 Rewşenbîrên Ereb: Enver û Talat Paşa li Bakurê Kurdistanê li dijî gelên xiristiyan komkujî pêk anîn û Cemal Paşa jî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de komkujiyên li dijî Ereban didomandin. Di sala 1916'an de ji gel hat xwestin ku li dijî zilma Osmaniyan derkevin ku komeleya di sala 1912'an de ji aliyê rewşenbîrên Ereb ve bi navê Cemiyetû Suriyetûl Erebiye (Komeleya Erebên Sûriyê) hat avakirin, serkêşiya wan dikir. Piştî ku ev deklerasyon çêbû, 33 rewşenbîrên Ereb ji aliyê Cemal Paşa ve hatin girtin û di 6'ê Gulana 1916'an de li qada Merce ya Şamê û Burc a Beyrûtê 33 rewşenbîr hatin darvekirin. Malbatên wan rewşenbîran jî ji Sûriyê tên mişextkirin. Çavkaniyên Ereban diyar dikin ku Cemal Paşa ji ber komkujiyên xwe yên li hemberî gelê Ereb li Sûriye û Lubnanê di navbera salên 1915-1916'an de wek 'seffah' (xwînrêj) tê binavkirin.   

KOMKUJIYÊN LI SER SURYAN Û ASÛRAN

1850 Babûn Neyreb: Di vê komkujiya li dijî xiristiyanên li taxa Babûn Neyreb a Helebê de ku 2 rojan dewam kir, keşeyê Asûr Peter Jarweh jî di nav de, bi hezaran kes hatin qetilkirin.  

1914 Komkujiya Asûr û Keldanan (Seyfo): Îttîhat û Terakkî beriya avabûna dewleta Tirk gelek komkujî pêk anîn û bi pêkanîna komkujiya li dijî Asûr-Suryan û Keldanan yekemîn komkujiya xwe ya mezin pêk anîn. Ji ber qetilkirina bi sed hezaran mirovan bi şûran, bi navê 'Seyfo' tê nasîn ku “seyfo” di suryankî de şûr e. Vê komkujiya di sala 1914'an de dest pê kir û heta sala 1920'an dewam kir. Di êrişên li ser Asûr, Suryan û Keldanan ên li bajarên Bakurê Kurdistanê de zêdetirî 500 hezar kes hatin qetilkirinç

KOMKUJIYA ERMENAN-1915

Ji sala 1894'an heta 1915'an ji aliyê Osmaniyan ve li dijî gelê Ermen êrişên qirkirinê yên sîstematîk hatin kirin. Di navbera salên 1894-1896'an de li Edeneyê herî kêm 80 hezar Ermen hatin qetilkirin û mal û milkên wan hatin desteserkirin. Lê belê komkujiya mezin a li hemberî Ermenan di Nîsana 1915'an de dest pê kir. Di vê qirkirinê de milyonek û nîv mirov ji bo tirkkirina Anatolya û Bakurê Kurdistanê ji aliyê Enver û Talat Paşa yên serokên Îttîhat û Terakkî ve hatin qetilkirin.

DIXWAZIN YÊN NÎVÇE MANE TEMAM BIKIN

Ji 24'ê Tebaxa 2016'an ve komkujiyên ku dewleta Tirk bi rêya komên çete yên DAIŞ û El-Nusra ji destpêka aloziya Sûriyê ve pêk tîne, niha rasterast ji aliyê artêşa Tirk ve tên domandin. Li Girê Spî û Serêkaniyê di Cotmeha 2019'an de û li  Efrînê di Adara 2018'an de gelên herêmê û bi taybet Kurd kirin hedef û welatiyên sivîl li Til Temirê û şêniyên Eyn Îsayê yên Suryan, Kurd û Ereb, tevî peymanên agirbestê jî kirin hedef. Îro jî dîsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gefa êrişeke din a dewleta Tirk a dagirker a ji bo qirkirinê re rû bi rû ne.

ANHA