Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ li Qamişloyê hate pêşandan

Şanoya 'Em li Hêviya Wî Ne' ya  Koma Şanoyê ya Jiyan li bajarê Qamişloyê hate pêşkêşkirin.

Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ li Qamişloyê hate pêşandan
Şanoya ‘Em li Hêviya Wî Ne’ li Qamişloyê hate pêşandan
5 mijdar, 2021   18:18
QAMIŞLO

Şanoya 'Em li Hêviya Wî Ne' ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Jiyan ve hatiye amadekirin, li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê hat pêşandan. Şano ji aliyê Riyad Îsmet ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Ebdulcebar Hebîb kiriye.

Şanoyê balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî û helwesta takekesî ya li hemberî wan pirsgirêkan wî. Temaşevanan bi baldarî şanoyê temaşe kir.

Muzîka şanoyê ji aliyê Malek El Fewaz û dekor jî ji aliyê Ciwan Silo ve hatine amadekirin.

Pêşandana şanoyê nêzî 30 deqeyan dom kir.

ANHA