Gerîla çalakiyek li dijî leşkerên li Qereqola Şkêrê li dar xist

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand, ku li dijî dagirkerên li Qereqola Şkêrê ya Colemêrgê weşand ku di encamê de leşkerek hate kuştin.

Gerîla çalakiyek li dijî leşkerên li Qereqola Şkêrê li dar xist
5 mijdar, 2021   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser mijarê ev agahî da:

"14'ê Cotmehê saet di 08:30'î de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li Qereqola Şkêr çalakiyêkî bi rêbaza sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin."