Lubnan rûbirûyî derbeya Kendavê ye

Her tim Lubnan hewl dide razîbûna Erebistana Siûdî werbigire. Lê beriya 5 mehan wezîrê karên derve yê wê demê Şirbil Wehbe piştî di hevdîtineke televîzyonekê de hat şantajkirin û siûdî bi koçeran nav kir, îstîfa kir. Lê daxuyaniyên wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qerdahî careke din têkilî xerab kirin.

Lubnan rûbirûyî derbeya Kendavê ye
5 mijdar, 2021   09:38
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Hîna Luban ji valahiyeke hikumî derneketiye, bahozeke Erebistana Siûdiyê lê da û ew bi dewletên Kendavê re xist valahiyeke nû. Ew valahî jî di dirêjahiya têkiliya di navbera her du aliyan de ya yekemîn e.

Diyar e ku dê berdêla van têkiliyan siyasî û aborî bin. Lê beriya wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qerdahî biçe ser erka xwe daxuyanî da û têkilî xirab kirin û got şerê koalîsyonê ya li dijî Yemenê bêserûberî ye û Hûsî parastina xwe dikin.

Piştî daxuyaniyên Corc Qerdahî gelek pêşdeçûn û pêşketinên berê çênebûne li dar ketin û di hefteya borî de bûbûn rojev. Herî dawî jî, wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bo Hebîb da zanîn ku dê hikumeta Necîb Mîqatî bi piştevaniya navneteweyî bimîne û bidawîbûna şaneya wezaretê ya ku divê krîzê bi Erebistana Siûiyê re çareser bikin, ji ber wê bi bin ket. Ji ber krîz êdî ji wezaretan û ji Lubnanê ji ber destwerdanên derve û hundi mezintir in.

Li gorî dane û gotinên heyî, Bo Hebîb helwesta Siûdiyê bi tundiyeke nayê fêmkirin wesif kir û da zanîn ku pirsgirêkên di navbera dewletan de bi diyalogê çareser dibin. Ev yek ji bo bidawîkirina krîza heyî li ser hesabê Siûdiyê yan jî Lubnanê nayê qebûlkirin û bang li Yekîtiya Ereban kir ku bikevin tevgerê ku diyalogek were lidarxistin. Ji wê zêdetir jî Qerdahî ragihand ku ew niyet nake îstîfa bike. Li aliyekî din jî betrîrekê Maronî Beşare El-Raî bang li serokên komarê û hikumetê kir ku helwestên tund bigirin ku aloziya bi dewletên Kendavê re çareser bikin.

Têkildarî Siûdiyê jî, wezîrê karên derve emîr Feysel Bin Ferhan teqez kir ku danûstandina welatê wî bi hikumeta Mîqatî re digel hegemoniya Hizbullah ne encamgir e. Di demekê de ku desthilatên Lubnanê tu tedbîr piştî biryarên Siûdiyê li dijî Lubnanê yên têkildarî boykotkirina dîplomasî, siyasî û aborî negirtine, dîmena siyasî ya Lubnanê girêktir bû. Îmarat, Behreyn û Kuwêt jî tev li biryarên Siûdiyê bûn. Siûdiyê beriya çend rojan bang li balyozê xwe yê li Lubnanê kir ku nîqaş bike û 48 saet da balyozê Lubnanê ku ji xaka wê bi der keve.

Riyad bi van tedbîrên dîplomasî nekir, lê belê ragihand ku wê derçûnên xwe ji bo Lubnanê rawestandine. Ew jî xitimandineke aborî li welat çêdike ku ji zêdetirî 2 salan e tê re derbas dibe. Dûvre Îmarat, Kuwêt û Behreyn jî bang li balyozên xwe yên li Lubnanê kir û ew agahdar kir ku li ser daxuyaniyên Qerdahî protesto bikin. Ebû Zabî ragihand ku şandeya wê ya dîplomasî ji Lubnanê vegerî û bang li welatiyên xwe kir ku  yekser ji Lubnanê derkevin û neçin wir. Ev gav û pêşdeçûnên heyî gumanan çêdikin, ji ber ku li gel rewşa Lubnanê ya aloz bi derve re dewletên Kendavê jî li dijî Lubnanê rageşiyan bilind dikin.

Di heman xeleka Kendavê de, nivîsgeha çapemeniyê ya serokê hikumeta Lubanê Necîb Mîqatî bi bîr xist ku di hevdîtineke wî bi emîrê Qeterê şêx Temîm Bin Hemed re piştî civîna NY’yê ya li ser guherîna kîşweriyê (menex) ya li bajarê Glasgow, Temîm teqez kir ku dê wezîrê karên derve yê Qeterî Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî di demeke nêzîk de serdana Beyrûtê bike. Da ku rêbazên piştevaniya guncaw ji Lubnanê re lêkolîn bikin û danûstandinên di dosyayên niha de temam bikin, bi taybet aloziya Lubnan û Kendavê.

‛TESIYEKIRINA HESABAN BI HIZBULLAH RE’

Wezîrê karên derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan da zanîn ku kok û rihên nakokiya heyî ya bi Lubnanê re vedigerin hegemoniya Hizbullah û got doz ji rewşa niha mezintir e. Bin Ferhan eşkere kir ku ya girîng divê hikumeta Lubnanê yan jî saziya wê welat ji sazûmaniya siyasî ya ku serweriya partiyê xurt dike, rizgar bikin. Ji ber, li gorî Riyadê pirsgirêk di wekîlên Îranê yên li hundirê Lubnanê de ye.

Bin Ferhan di dawiyê de got tu nêrîna welatê wî di karûbarên hikumeta Lubnanê û çarnûsa wê de tune ne, mijar ji gelê Lubnanê re ye. Di rastiyê de gelê Lubnanê gelê yekane ye ku şerê herêmê li ser xaka wê çênebûye, lê yê ku bedêla wê bi xwînê, xizantî û bêrûmetiyê daye, jî Lubnan e.

Têkildarî şîrovekirina krîza dawî, diyar e mijar bi daxuyaniyên Qerdahî yan jî redkirina wê ji lêborînê re yan jî îstîfakirinê re dest pê nekirin. Lê mijar vedigere hesabên siyasî ku şanoya wê Lubnan bû da ku şerê kevn-nû ya bi Hizbullah re were temamkirin. Vê carê di deriyê "Şerê li dijî Yemenê pûç e" re ye.

Her du aliyên rageş vê yekê dizanin û her yek werîs ber bi xwe ve dikişîne û hevalbendên wan jî hene. Li gel wê jî hevalbendek mayînde heye ku nikare ji bin cilê Siûdiyê derkeve. Serokê Teyar El-Musteqbel Seed El-Herîrî barê aloziya dîplomasî bi Riyad û Meclisa Hevkariya Kendavê re girtibû ser Hizbullah û wiha gotibû: "Hizbullah berpirsê dijminatiya bi ereban re ye. Her wiha kesên mijarên siyasî dixin destê nezanên siyasetê û destdirêjiyê li rûmeta fermandariyên ereban dikin, berpirsiyar in."

Li aliyekî din jî Hizbullah wiha daxuyandibû: "Daxuyaniyên Qerdahî têkildarî şerê li dijî Yemenê bi cesaret in. Hizbullah bangên îstîfakirina wî red dike. Her wiha hemleya reşkirinê ya bi serkêşiya Siûdiyê û Îmarat şermezar dikin û ev bang dijminatiya bêserûber li dijî Lubnanê, rûmeta wê û serweriya wê ne."

Li beramber vê hêrsê ku xerîb e û pêkenokeke siyasî ye, her wiha di demekê de ku dewletên Kendavê bi serkêşiya Siûdiyê hemleya dijminatiya bi sedema Hizbullah li dijî Lubnanê pêk tîne ku pêdiviya Lubnanê bi piştevaniya dîplomasî û aborî heye. Di vê dawiyê de têkiliyên di navbera Erebistana Siûdiyê û Îranê de baş bûne. Nêzbûna di navbera wan de dê bi xwe re çareseriyên hevseng ên derbarê hin dozên nakok ên girêk de bînin.

Tevî ku nayê texmînkirin ku her du alî bi awayekî lezgîn li hev bikin, lê nakokiyên wan sivik bûne û hin tawîz têkildarî dosyayên sûrî û yemenê de hatin pêşkêşkirin.

SÎNARYOYÊN HIKUMETA LUBNANÊ

Dîmenên muhtemel ên ji bo hikumeta Mîtaqî zêde dibin ku di kêmî mehekê de ji dema avakirina wê de 3 car in li hev kom dibin. Piştre di nîvê meha borî de di lidarixistina civînekê de bin ket. Ew yek jî ji ber şîe xwest ku lêpirsînerê edlî û dozger Tariq Bîtar ku lêpirsînê li ser teqîna bendera Beyrûtê de çêdike, were rakirin.

Ligel aloziya dîplomasî ku dewletên Kendavê çêkiriye, krîzeke hikumetê heye ku rev jê tune ye û dibe ku bandorê li ser hevgirtina hikumetê bike. Ji ber dîzaynkirina wê bandorê li ser xwezaya parvekirin û hevsengiyên siyasî yên li Lubnanê dike.

Bi helandina şaneya krîzê re ya ber bi bê vegerê ve û dijwariya lihevkirina di navbera hêzên hevseng ên li Lubnanê da ku wê pirsgirêkê derbas bikin, diyar e sînaryoyên bê girêktir in û dê mijar ji navbeynkariya derve re were veguhastin û bi wê re aciziya Lubnanê li hember Siûdiyê eşkere dibe.

Çavdêr dibînin ku Siûdiyê ji rageşiya xwe venakişe yan heta navbeynkariya derve bi ser keve. Heke navbeynkariya Fransayê be dê were redkirin. Ji ber Riyad bawer e ku lihevkirinek di navbera Îran û Fransayê de heye û wê hişt ku Hizbullah li Lubnanê serwer bibe. Misir jî bêyî erêkirina Riyadê destwerdanê nake.

Ji ber wê, hikumeta Lubnanê dizane ku xwestekên Siûdiyê yên îstîfakirina Qerdahî tê wateya bombekirina vê hikumetê, yan hikumetek tê de heman wezîrê ragihandinê hebe yan jî hikumet hilweşe. Lê Mîqatî dizane ku berjewendiyên Îran, Fransa û DYA’yê hişt ku ev hikumet were avakirin û hîna ev rastî li dar e û pêdiviya wî bi piştevaniya herêmê heye ku Lubnan neteqe. Ew jî dihêle şansên hilweşandina hikumetê kêm bibin. Ji ber tu kes nikare pirsgirêkên piştî hilweşandina hikumetê hilgirin. Ev hemû pisgirêk teqez dikin ku Lubnan di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe, nexasim digel hilbijatinên parlamentoyê.

Li beramberî wê, hikumeta Lubnanê bi dûr dixe ku Riyad rageşiya xwe bêyî qezenciyên herêmî rawestîne. Dê bi wê re krîza hundirîn a Lubnanê mezintir bibe û dibe hikumet tenê bibe hikumeta pêkanîna xebatan an jî were hilweşandin. Ev jî gelek çavdêr texmîn dikin. Lê diyarkerê yekemîn û dawî yê van encaman û hwd helwesta Hizbullah û bandora navbeynkariyên derve ye.

Çi bijartiyên heyî nefret an jî lihevkirin bin, tenê ji bo Lubnanê tiştek heye ku krîza aborî ya ji zêdetirî 2 salan ve berpirsê wê yê mezin Hizbullah e û berpirsê aloziya heyî ya bi dewletên Kendavê re ye. Çi rageşî bilind bûn an jî hêdî bûn, tenê gelê Lubnanê ji ber nakokiyên siyasetmedaran li Lubnanê û derve bandor dobe, carekê bi aboriyê bandor dibe û carekê jî bi siyasetê."

(fr)

ANHA