Rastiya çandî li Minbicê û qonaxên tengavkirina helbestvaniyê

Her bajarek xwedî dîrokeke ku bi çanda xwe gelê wê kêfxweş dike ye. Bajarê Minbicê jî bi pênûsa helbestvanan di nava dîrokê de nemir bûye. Fikrên tundraw bandor li vê taybetmendiya binirx kir, lê piştî hate rizgarkirin, jinûve tîrêjên ronahiyê xwe berdan nava vî bajarî.

Rastiya çandî li Minbicê û qonaxên tengavkirina helbestvaniyê
5 mijdar, 2021   08:48
MINBIC – NÎHAD KERHO

 

Di nava dîrokê de çand yek ji stûnên gelan e. Ji ber vê yekê jî sîstemên desthilatdar li Rojhilata Navîn dixwazin çandên heyî tune bikin, armanca wan ji vê yekê ew e ku li gorî berjewendiyên xwe kontrol bikin. Bajarê Minbicê jî yek ji bajarên ku dîroka wê hate fetistandin û bû qurbaniya rejîma Baasî û fikrên DAIŞ`î yên tundraw. Lê piştî ku QSD`ê ew rizgar kir, jinûve rûmeta wê vegerand û qirêjiya nezaniyê ji ser rakir.

Bajarê Minbicê bi bajarê helbestvanan tê naskirin. Ji ber ku gelek helbestvanên mezin jê derketine. Helbestvan Ebû Fîras El-Hemedanî lê ji dayik bûye û di dema desthilata dewleta El-Hemedanî de helbestvan û mîrê herêmê bû. Her wiha helbestvan El-Buhterî ku beriya serdestiya El-Ebasî ji herêmê re, lê ji dayik bûye, ji avakerên rûmeta helbestê di vî bajarê de ye. Helbestvan Umer Ebû Rîşê ku lê ji dayik bûye, ji navdartirîn helbestvanên serdema nûjen e. Herî dawî jî nivîskar Mihemed Menla Xizêl ku ji aliyê şêniyên bajar ve hate xelatkirin û pirtûkxaneya navendî ya pirtûkan a navenda Çand û Hunerê bi navê wî hate vekirin.

‘RÊZDARIYA HELBESTÊ HER TIM HEYE‘

Beriya ku bajarê Minbicê ji aliyê QSD`ê û hevkariya gelê wê ve were rizgarkirin, çeteyên DAIŞ`ê ew di nava tarîtiyê de fetisandibûn. Fikrên ên cîhadî girtibû ser aliyên çandî û xwest ku hevgirtina di nava civakê û heta endamên malbatê bi xwe de tune bike. Hinekan ji wan bi navê ol û Îslamê bavê xwe kuştin.

Beriya firkên DAIŞ`î yên tundraw, fikrê Baasî hebû ku bajar xistibû bin serweriya xwe de û navenda çandê ya yekane li bajar ji bo dayîna semîner, belavbûna firkên Baasî û perwerdekirina sîxuran di nava civakê de keysbaz kiribû. Saziyên hikumetê helbestên helbestvanan beriya wan dixwendin û endamên wan jî beriya şêniyan, guhdar dikirin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehemd El-Yûsif wiha got: "Dema serweriya rejîma Baas de diviyabû erêkirin ji aliyê saziyên hikumetê yên li bajar ve bihata dayîn da ku şevbuhêrkên wêjeyî bihatana lidarxistin. Îro helbestvanên me serbest in û rêzdariya helbestê heye. Tu kes destwerdana wê nake. Nivîskarên me di tişta ku bi rêya fikrên xwe pêşkêş dikin de, azad in. Lidarxistina şevbuhêrkan ji mafê yekitiya Rewşenbîran e û ev yek bi hevkariya bi helbestvanan tê kirin."

Têkildarî firkên DAIŞ`î jî Ehmed El-Yûsif wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ`ê çanda perçebûnê belav dikir û propagandeya siyaseta kuştin, rijandina xwînê û çanda belavkirina tirsê di nava gel de dikirin. Em îro di Yekitiya Rewşenbîran de çanda hezkirin, aşitî, demokrasî, azadî, azadiya derbirînê, edalet û wekheviya di nava gelê bajêr de, ava dikin."

AVAKIRINA YEKITIYA REWŞENBÎRAN Û ROLA WÊ LI BAJARÊ MINBICÊ

Bajarê Minbicê beriya ku bighêje rewşa xwe ya heyî ji aliyê çandê ve di dagerandinên xeter de derbas bû. Beriya ku ji terora çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin, ji ber tundrawbûn û hovîtiyê zehmetî dît. Nasnameya nivîskaran hate binpêkirin, şerê çandê hate kirin, fêrbûn û çalakiyên çandî hatin rawestandin, rewşenbîr ji aliyê komên çete ve dihatin şopandin û gelek ji wan jî hatin koçberkirin. Tevgera çandê di bajar de di nava tarîtiyê de ma.

Piştî ku Minbic hate rizgarkirin, gelê bajêr hewl da ji aliyê çandî ve rih li bajarê xwe vegerîne. Di sala 2018`an de Yekitiya Rewşenbîran ava kir. Fikreya damezirandina yekitiyê ku hemû nivîskar di yek saziyê de kom bibin da ku bi azadî nêrînên xwe bêjin. Beriya yekitiyê jî komîteya çand û hunerê hebû, lê damezirandina yekitiyê pêngaveke girîng da ku nivîskarên ciwan bi pêş bikevin. Pirtûkxaneya navendî ku zêdetirî 15 hezar pirtûk tê de hene kete xizmeta Yekitiya Rewşenbîran.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif wiha domand: "Piştî bajar hate rizgarkirin, em bi hemû hêza xwe û bi alîkariya Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê xebitin û me ji aliyê çandî ve bajarê xwe ronî kir û bi pêş xist. Damezirandina Yekitiya Rewşenbîran gaveke ber çav bû da ku em ber bi pêşveçûna çandî ve biçin."

XEBATÊN YEKITIYA REWŞENBÎRAN

Yekitiya Rewşenbîran di nava du salên dawî de û tevî qedexeya derketinê ku zêdetirî carekê, ji ber berbelavbûna vîrûsa Koronayê li ser bajêr hate ragihandin, zêdetirî 80 çalakiyên çandî li dar xist.

Ji xebatên Yekitiya Rewşenbîran, şevbuhêrkên helbestan, vekirina navendên zarokan ji bo destekdayîna behreyên zarokan di aliyê wênezasî, helbest û stranan de, perwerdekirina helbestvanan di aliyê wêjeyî de, lidarxistina panelên li dijî tundiya li ser jinê, hatin birêxistinkirin û meşandin, her wiha beşdarbûna gelek mîhrecanên ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin, çêbûye.

Helbestvana ciwan Aya Hemîd ji bo hebûna Saziya Yekitiya Rewşenbîran kêfxweşiya anî ziman, ji ber ku destekê dide behreyên ciwan û alîkariya wan dike ku asta xwe bi pêş bixin û wiha got: "Bi saya saziya Yekîtiya Rewşenbîran, rewşa çandê li herêmê di asteke baş de ye û beşa ciwan bi awayekî zêde berê xwe didin aliyî çandî."

Aya Hemîd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku dihêle Yekitiya Rewşenbîran balkêş be ew e ku bêyî cûdabûn destekê dide hemû behreyan, heta ku asta wan lewaz be. Pêwîstiya gelê me bi vê yekê heye. Peyama min ji nifşên ciwan re ku xwedî zanist bin, ji ber ku rêya yekane ku mirov dikare pê bighêje tişta ku dixwaze, zanist e."

(bx)

ANHA