Ciwanên Kobanê: Çawa ku me DAIŞ têk bir em ê dewleta Tirk jî têk bibin

Ciwanên Kobanê teqezî li berdewamiya têkoşînê li dijî dewleta Tirk a faşîst kirin. Her wiha ciwanan diyar kirin ku ew amade ne bi her awayî li dijî dagirkeriya Tirk axa xwe biparêzin û nahêlin kes axa wan dagir bike.

Ciwanên Kobanê: Çawa ku me DAIŞ têk bir em ê dewleta Tirk jî têk bibin
5 mijdar, 2021   08:47
KOBANÊ- MEYSE EKARÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Kobanê meşek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi rêxistin kirin.

Di vê çarçoveyê de, jina ciwan a bi navê Perwîn Xelîl ji Kobanê got: "Dewleta Tirk bi hewldana dagirkirina herêmê êrişên xwe li dijî herêmê pêk tîne. Em wekî ciwan destûr nadin ku dewleta Tirk axa me dagir bike û em ê li hemberî êrişên Tirkiyê têkoşînê bikin."

Perwîn Xelîl piştrast kir ku ew ji bo tevlîbûna eniyên şer amade ne û bajarê Kobanê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibe, çawa ku DAIŞ'ê têk bir.

Perwîn Xelîl soza berdewamiya têkoşînê heta serkeftinê da, her wiha destnîşan kir ku ew ê heya dawî piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayan.

Mistefa Mihemed Sidîq jî got: "Ji ber ku dewleta Tirk serkeftina berxwedana Kobanê ji bo xwe wekî têkçûn dibîne, hewl dide bajarê ku li cîhanê bûye sembola berxwedanê dagir bike. Ji ber vê yekê sivîlên li Kobanê hedef digire."

Mistefa Sidîq wiha dewam kir: "Em wekî gel û ciwanên Kobanê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dimeşin û her tim amade ne ku li hemberî her êrişeke dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin."

Sidîq di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê Kobanê ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê ve birêxistinkirî ye û xwedî îradeyeke xurt e. Baweriya wan bi fikir û felsefeya rêber Ocalan heye û hêza xwe ya berxwedanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî heye. Çawa ku berê DAIŞ têk birin, wê dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibin."

Ciwanê bi navê Ehmed Derwîş jî got: "Dewleta Tirk a faşîst bi armanca qirkirina gelê Kurd li her derê, bi çekên kîmyawî û balafiran êrişî herêmên cuda yên Kurdistanê dike."

Derwîş her wiha bal kişand ser berdewamiya berxwedanê û got: "Eger ciwanek ji bajarê Kobanê bimîne jî, em ê nehêlin dagirkeriya Tirk axa me dagir bike. Dewleta Tirk çiqas hewl bide dê nikaribe bostekê ji herêmên me dagir bike."

(dx)

ANHA