Ji kesayetên navdar ên cîhanê kampanyaya “PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin”

29 siyasetmedar, nivîskar, zanyar, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan Însiyatîfa 'Edalet ji bo Kurdan' a Navneteweyî ava kir û ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayê kirin.

Ji kesayetên navdar ên cîhanê kampanyaya “PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin”
5 mijdar, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar, nivîskar, zanyar, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesayetên navdar Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin.

Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Žižek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tevlî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Însiyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin dest bi kampanyayekê kir.

Însiyatîfê ragihand ku li gorî pêvajoya heyî û rastiyên li ber çavan, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got, “Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Konseya Yekîtiya Ewropayê dikin ku PKK’ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîne.”

Banga însiyatîfê ya ji bo kampanyayê wiha ye:

“Çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd şertê destpêkê yê pêkhatina demokrasî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Her şer rojekê bi çareseriya siyasî bi dawî dibe. Ev rastî ji bo şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike jî derbas dibe. Çareseriya aştiyane û siyasî jî bi diyalogê û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke gengaz a diyalogê û danûstandinan divê PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) jî di nav de bi beşdariya hemû aliyan pêk were. Lê belê bicihkirina PKK”ê li lîsteya rêxistinên terorê bi tena serê xwe li pêşiya diyalog û danûstandinan asteng e.

Pêvajoya heyî û rastiya objektîf ferz dike ku PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî gelek pratîk û hincetên hiqûqî hene.

‘ROLA N Û YA PKK’Ê YA Lİ ROJHİLATA NAVÎN Lİ BER ÇAVAN NEHATİYE GİRTİN’

Tevî vê yekê di mijara bicihkirina PKK’ê li lîsteyê de rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin. Di vê mijarê de ne pêvajoya aştî û danûstandinan a navbera PKK/Kurdan û hikumeta Tirk a navbera salên 2013-2015’an, ne jî rola nû ya PKK’ê ya di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de ya li Rojhilata Navîn li ber çavan hatiye girtin.

DAÎŞ’ê di havîna 2014’an de beşeke mezin a xaka Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû; di dema vê dagirkeriyê de dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgirî dabû DAÎŞ’ê û ji bo DAÎŞ êrişê bibe ser Kurdên li Rojava bi her awayî alîkarî dabû. Lê belê gerîlayên PKK’ê di têkbirina artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê de bi roleke diyarker rabûn û DAÎŞ hate têkbirin.

Têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAÎŞ’ê pêşî li vê tevgera li dijî mirovahiyê girt ku li Iraq û Sûriyeyê mezin nebe. PKK’ê di şerê dijî DAÎŞ’ê de tevî herêmên Mexmûr, Şengal û Kerkûkê yên li Iraqê, her wiha li Bakurê Sûriyeyê jî bajarên Kobanê, Reqai Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic û Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

‘Dİ TÊKOŞÎNA DİJÎ DAÎŞ’Ê DE Bİ HEZARAN GERÎLAYAN JİYANA XWE Jİ DEST DAN’

Di Tebaxa 2014’an de PKK’ê dest li komkujiya DAÎŞ’ê ya li Şengalê werda û nehişt ku ev hovîtî mezin bibe; ji bo bi deh hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man bêne rizgarkirin, korîdoreke mirovî ava kir û bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Di encamê de jî li Iraq û Sûriyeyê di şerê dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.

’CİVAKEKE EXLAQÎ, EKOLOJÎK Û AZADÎPARÊZİYA JİNÊ Jİ XWE RE DİKE ESAS’

PKK ku li çar parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û hem ji aliyê hejmarê ve hem jî ji aliyê wesfê ve tevgera herî mezin a Kurdistanê ye, di nava Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê de tevgera gel a herî xurt e. Li cografyayeke mîna Rojhilata Navîn ku şer û nakokiyên etnîkî û olî lê gelekî zêde ye, tevgera PKK’ê jiyaneke ji gelek etnîsîteyan, ji gelek baweriyan û ji gelek çandan diparêze, azadiya jinê ji xwe re dike esas û jiyaneke polîtîk, exlaqî û ekolojîk ji xwe re dike bingeh.

‘Bİ RÊYA LÎSTEYAN TÊKOŞÎNÊN REWA YÊN CİVAKAN TÊNE REŞKİRİN’

Dewletên serdest di bin navê ‘şerê global ê li dijî terorê’ de mîna ku di mînaka zexta dewleta Tirk a dijî gelê Kurd de tê dîtin, ji bo rewatiya muxalefetê ji holê rakin, ji bo têkoşîna maf û azadiyê ya mirovan bitepisînin, xwe li pişt pênaseya ‘terorîst’ vedişêrin. Dewletên serwer bi ‘lîsteyên terorê’ û ‘lîsteyên qedexe’ yên ku bi xwe ava dikin, têkoşînên rewa yên civakan reş dikin; di encama van pênaseyan de jî kiryarên nehiqûqî û zordar ji xwe re ‘rewa’ dikin.

’DEWLETA TİRK XWE DİSPÊRE PİŞTGİRİYA WELATÊN ROJAVAYÎ Û DAGİRKERÎ, TALAN Û QİRKİRİNÊ DİKE’

Bicihkirina PKK’ê li lîsteyên terorê û qedexe tê wateya piştgiriya ji bo kiryarên nehiqûqî, dij demokratîk ên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk pişta xwe dispêre vê piştgiriya dewletên rojavayî û dagirkeriyê, talan, qirkirin û komkujiyan dike; di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de kiryarên faşîst olperest li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dike.

‘AŞTÎXWAZ Bİ ‘TERORÊ’ TÊNE SÛCDARKİRİN’

Hebûna navê PKK’ê li nava ‘lîsteya terorê’ ne tenê dibe sedem ku zext li gelê Kurd bê kirin; di heman demê de dike ku li Tirkiyeyê zext li parêzvanên mafên mirovan, akademîsyenên aştîxwaz, kedkarên çapemeniyê û rojnamevan û her kesên Tayyîp Erdogan rexne dikin bê kirin, bêne destgîrkirin û girtin.

Di rewşa heyî de Hevserokên HDP’ê jî di nav de bi sedan parlamenter û hevşaredarên HDP’î, rojnamevan, nivîskar û hunermend bi sûcdariya ‘terorê’ û ‘terorîzmê’ girtî ne.

DYE, Îngilistan, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa jî piştgiriyê didin vê rejîma zordar ku bi bahaneya ‘şerê li dijî terorê’ ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Ev lîste hîn jî ji bo nixumandina êrişên dîktatoriya Erdogan bi xurtî têne bikaranîn.

‘BİLA TAVİLÊ Jİ LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXİSTİN’

Weke ku tê zanîn, li ser daxwaza endamê NATO’yê dewleta Tirkiyeyê, sala 2002’an PKK li ‘lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê’ hate bicihkirin. Lê belê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê sala 2018’an bi biryarekê diyar kir ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi rengekî neheq li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê hatiye hiştin. Dadgehê di hinceta xwe de ragihand ku biryara ‘lîsteya terorê’ ya ku DYE têkildarî PKK’ê wergirtiye xwe naspêre daneyên objektîf û şênber, her wiha bicihkirina PKK li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê jî xwe naspêre daneyên objektîf û şênber. Dîwana Edaletê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku sala 2013’an ji bo aştiyê kir.

Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020’î bi biryarekê destnîşan kir ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst bê dîtin; PKK di çarçoveya hiqûqa şer de bi statuya aliyekî şer divê were nirxandin.

Bi van hincetan, em ên ku mohra xwe li binî hene;

Alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin ku PKK tavilê ji lîsteyên terorê bê derxistin.”

Kesayetên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê

Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awûstûrya

Slavoj Žižek – Fîlozof/Slovenya

Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE

Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê

Miguel Urbán Crespo – Parlamenterê Parlamenta Ewropayê/Spanya

Srećko Horvat – Fîlozof/Hirvatîstan

David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal

Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya

Paolo Ferrero –  Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê/Îtalya

Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu

Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî

Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc

Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa

Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa

Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantin

Prof. Achin Vanaik – Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan

Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /DYE

Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Elmanya

Prof. Raúl Prada Alcoreza – Zanîngeha San Andres /Bolivya

Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela

Villo Sigurdsson –  Şaredarê Berê yê Kopenhagenê

Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê/Danimarka

Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd

Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc

Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc

Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd

Dr. Jonas Staal – Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda

Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Elmanya

Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede