`Bêdengiya civatên navneteweyî rewakirina kîmyebarana li dijî Kurdan e`

Şêniyên Şehbayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahî Cîhanê sûcên dermirovî li dijî gerîlayên azadiyê pêk tîne. Bêdengiya civatên nevneteweyî jî erêkirina van sûcan e.

`Bêdengiya civatên navneteweyî rewakirina kîmyebarana li dijî Kurdan e`
5 mijdar, 2021   00:36
ŞEHBA- LEYLA LORÎN

Ji 23`ê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê û li ser Qadên Parastinê yên Medyayê êrişên dewleta Tirk berdewam dikin. Artêşa dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk çûye û bi vê hêrsa binketinê, li dijî gerîlayên azadiyê û gundên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê ragahandinbû ku dewleta Tirk a dagirker 323 êrişên kîmeyewî li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.

Her ku diçe li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê, bertekên Kurdan zêde dibin. Têkildarî mijarê şêniyên Şehbayê ji ajansa me re axivîn.  

‘LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK CIVATÊN NETEWÎ BÊDENG IN’

Şêniya bi navê Gulê Cefer, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker çawa li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê çekên kîmyewî li dijî sîvîlan bi kar anîn, niha jî li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne. Bikaranîna van çekan di navneteweyî de qedexe ye. Lê belê dewleta Tirk li dijî rêgezên navneteweyî tevdigere. Li ber çavên raya giştî û civatên navneteweyî van êrişan pêk tîne. Civatên navneteweyî û mafên mirovan ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin."

Gulê Cefer da zanîn ku gerîla misogeriya azadiya Kurdistanê ye û wiha domand:"Gerîla û şervanên azadiyê hemû jiyana xwe fedayî azadiya gelê Kurd kiriye. Eger ku îro di wan çiyayan de gerîla şer dike, ji bo azadî û mafên gelê Kurd e. Ji bo wê dewleta Tirk, çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcên pêk tîne. Wekî gelê Efrînê, em ê jî li dijî van êrişan em bêdeng û bêhelwest nemînin."

`BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ REWAKIRINA DAGIRIKERIYÊ YE`

Her wiha şêniyê bi navê Hisên Helo jî êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla û çiyayên azad şermezar kir û wiha got:"Rumî ku çekên bikaranîna çekên kîmyewî di navneteweyî de qedexe ye, lê mixabin dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê li dijî Kurdan bi kar tîne. Bêhelwestbûna navneteweyî êrişên dagirkeriya Tirk rewa dike.

Hisên Helo di dawiyê de bang li civatên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku demildest helwest nîşan bidin û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rawestînin.

ANHA