Di nav de jin..dagirkeran 14 sivîl ji gundê Îska yê Efrînê revandin

Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Îska yê girêdayî navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî, 14 sivîl revandin, ku di nava wan de jin jî hene.

Di nav de jin..dagirkeran 14 sivîl ji gundê Îska yê Efrînê revandin
5 mijdar, 2021   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji hundir kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagiker, di nav de hejmareke jin 14 sivîl ji gundê Îska yê girêdayî navenda bajarê Efrînê revandin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne:

“Mihmed Elî Osman (24), Hesen Îbo Îbiş (50), Bekir Nûrî Berekat (30), Selha Nûrî Selha (40), Fadil Ebdulrehman (30), Welîd Hayder Mamo (45), Mesûd Îbrahîm Mamo (40), Ednan Omer Îbo (56), Cemal Mihmed Alo (35), Ehmed Macid Remo (35), Hesen Samî Bazur (23), Binevş Omer Îbiş (50), Esûm Omer Îbiş (50), Bişûr Sibhî (30).”

(cx)

ANHA