25 hezar bermîl mazot li şêniyên herêma Efrînê hat belavkirin

Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê bi nêzîkbûna zivistanî re wekî beşa yekemîn 25 hezar bermîlên mazotê bê pere li şêniyan belav kir.

25 hezar bermîl mazot li şêniyên herêma Efrînê hat belavkirin
5 mijdar, 2021   06:48
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Bi destpêkirina zivistana çaremîn li ser koçberên Efrînê yên kantona Şehbayê re û berdewama êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker, Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê ya Herêma Efrînê û bi koordîneya meclisên navçeyên Şehba û Şêrawayê dest bi belavkirina mazotê kir.

Desteyê piştî ku gelek komîte li navçeyan ava kirin, 27'ê Cotmehê dest bi belavkirina mazotê kir, belavkirin li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê paşê Til Rifet û bajarokê Kefernaya û tevahî herêmên kantona Efrînê dest pê kir.

Li gorî Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Efrînê Ebdulhenan Mamo, 200 hezar lître mazot (Bermîl) li her malekê (Koçber û niştecihên resen) bê pere hatin belavkirin, heman miqdar wê destpêka sala nû were belavkirin.

Têkildarî astengiyan Mamo wiha got: "Par ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye me astengiya peydakirina mazotê ji şêniyan re kişand, di encamê de li gelek bajarok û gundan, mîna bajarokê Babin û Til Şeîr piştî derbasbûna du mehan di ser zivistanî re mazot hate belavkirin. Rewşa îsal di aliyê ambargoyê de ji ya par ne baştir e, şêniyên herêma Efrînê yan di kampan de yan jî di malên xirabûyî de dijîn, ji ber vê yekê me lez da belavkirina mazotê da ku wan sermaya destpêka zivistanî biparêze."

Bi destpêka koçberkirina şêniyên Efrînê ber bi kantona Şehbayê be, hikumeta Şamê ambargo li ser kantonê ferz kir, rê nade ku bêyî baçeyên giran madeyên sereke wekî xwarin, sotemenî û madeyên tibî derbasî bibin, li ser kamyoneke ku bi dermanan barkiriye, zêdetirî du mîlyon lîreyên sûrî û tankereke mazotê 3 mîlyon lîreyên sûrî ferz dike.

Têkildarî miqdara ku dê were belavkirin Mamo ev tişt got: "Plana me ya belavkirinê du hefteyên din berdewam e, dê zêdetirî 5 mîlyon lître mazot anku derdora 25 hezar bermîl li zêdetirî 25 hezar malbatî were belavkirin."

Ji ber ambargoyê, nirxê bermîleke mazot li Şehbayê 700 hezar lîreyên sûrî an ku derdora 200 dolar derbas kir, di encamê de qada çandinî û xizmetguzarî li kantonê paêş ket.

Ebdulhenan Mamo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdanê bikin da ku ambaroya li ser kantona Şehbayê rabe.

Endamê Komîteya Belavkirina Mazotê ya navçeya Til Rifetê Arif Mihemed diyar kir ku zêdetirî 10 hezar bermîl mazot bê pere li şêniyan belav kirine.

ANHA