Hemdan El-Ebid: Çareserî li ser xaka Sûriyê ye, ne li Cinêv û paytextên Ewropa ye

Hemdan El-Ebid diyar kir ku divê aloziya Sûriyê ne li dewletên Ewropayê were çareserkirin û got Rêveberiya Xweser amade ye, diyalogên avakar bi hikumeta Şamê re bide destpêkirin.

Hemdan El-Ebid: Çareserî li ser xaka Sûriyê ye, ne li Cinêv û paytextên Ewropa ye
5 mijdar, 2021   03:03
REQA –RUBA EL-ELÎ

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA'yê re axivî û bang li Rûsya kir ku roleke erênî ya navbeykariya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de bilîze da ku çareserî ji aloziya Sûriyê re were dîtin.

El-Ebid got: "Em bang li Rûsyaya Federal dikin ku erka xwe bi cih bîne, zextê li hikumeta Şamê bike ji bo diylogên cidî di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de pêk werin."

Têkildarî nêrîna Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re, El-Ebid ev tişt got: "Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji destpêka damezirînadinê ve ji bo yekitiya Sûriyê dixebitin, divê ev yek di çarçoveya destûreke sûrî de be ku mafên hemû pêkhateyan Sûriyê çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê an jî li tevahî Sûriyê be bêyî cûdabûn biparêze."

El-Ebid helwesta Rêveberiya Xweser a girêdana bi çareseriya siyasî ve bi bîr xist û diyar kir ku divê çareserî bi rêya diyalogên sûrî li ser xaka Sûriyê û ne Cinêv, paytextên ewropî û herêmê be.

Hemdan El-Ebid îşaret pê kir ku xalên hevbeş hene dikare bi hikumeta Şamê re li ser li hev bikin û wiha domand: "Em li ser serdestiya Sûriyê li hev dikin, lê hin detay hene divê werin sererastkirin. Ji xalên sereke ku divê di nava diyalogan de werin nîqaşkirin ku ji bo gel mijarên sereke ne; pewerde, tendurstî, belgeyên milkan, vekirina deriyê Til Koçer, ev armancên sereke ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hundirê Sûriyê ye."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid bi dawiya axaftina xwe de got: "Em dibînin ku Cinêv çareseriyên aştiyane û cidî ji aloziya Sûriyê re nayîne. Têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dûrî diyalogan bû û beşdar nebû, divê xisûsên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hunndirên li ser asta seranserî Sûriyê û di nava destûra Sûriyê ya Sûriya pêşerojê de di ber çavan re werin derbaskirin."

ANHA