Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li meydana Tehrîr belav dibin

Hêzên Pêkanîna Qanûnê ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandaneke muhtemel li meydana ‘Tehrîr’ û li nêzî ‘Pira Komarê’ ya Bexdayê hatin belavkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li meydana Tehrîr belav dibin
5 mijdar, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên sibehê de ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandaneke muhtemel, Hêzên Pêkanîna Qanûnê li paytexta Iraqê Bexdayê, li meydana ‘Tehrîr’ û li nêzî ‘Pira Komarê’ hatin belavkirin.

Duh lijneya amadekar a xwepêşandan, grev û aliyên ji encamên hilbijartinê nerazîne bang li raya giştî ya Iraqê kiribûn ku li hemû parêzgehan xwepêşandan bi dirûşma, “Ev În şansê dawî ye” li dar bixin.