Çapemeniya Îranê: Hewldana DYA’yê ya desteserkirina tankereke Îranê hat têkbirin

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku li Deryaya Umanê DYA’yê hewl da tankereke petrolê ya Îranê desteser bike lê hêzên Îranê bi operasyonekê tanker vegerandiye.

Çapemeniya Îranê: Hewldana DYA’yê ya desteserkirina tankereke Îranê hat têkbirin
3 mijdar, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Fars ragihand ku hêzên Amerîkayê dest danî ser tankereke Îranî û beriya ku ber bi cihekî nediyar ve bibe, ber bi keştiyeke din a Amerîkayê ve veguhast.

Ajansê wiha da zanîn: "Hêzên deryayî yên Pasdarên Îranê bi operasyonek hewayî ketin keştiyê û ew ber bi ava Îranê ve bir."

Ajansê her wiha îdia kir ku çend keştî û helîkopterên leşkerî yên DYA’yê ku hewl daye ji nû ve keştiyê bi dest bixin, lê ev hewldan bê encam mane.

(dx)