Li kantona Şehbayê peymangeheke tenduristiyê hate vekirin

Rêveberiya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê li kantona Şehbayê peymangeheke tenduristiyê vekir.

Li kantona Şehbayê peymangeheke tenduristiyê hate vekirin
2 mijdar, 2021   13:28
ŞEHBA

30 xwendekaran piştî ezmûna qebûlkirinê ya di 10'ê Cotmehê, dê di peymangehê de perwerde bibin.

Di merasîma vekirina peymangehê de hevseroka Desteya Tenduristiyê Hêvîn Hisên, hevserokên Meclisa Rêveber a Efrînê Bekir Elo û Şîraz Hemo, bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û xebatkarên peymangehê û xwendekaran, amade bûn.

Hêvîn Hisên vekirina peymangeha tenduristiyê li gelê kantona Efrînê û malbatên şehîdan pîroz kir. Hêvîn Hisên bal kişand ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Aliyên ku dixwazin me qir bikin, dê nekarin îrade û berxwedana me bişikînin."

Têkildarî peymangehê, Hêvîn Hisên got xwendekarên peymangehê dê di nava 2 salan de li ser destê pispor û kadroyên bijîşkî bi awayekî pratîk û teorîk perwerda xwe bibînin, piştî bidawîkirina salên xwendinê li nexweşxane, klînîk û navendên bijîşkî bêne erkdarkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo jî vekirina peymangehê li xwendekar, kadroyên perwerdeyê û gelê Efrînê re pîroz kir. Elo piştrast kir ku ev pêngav bersivek e ji sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî.

Di dawiya merasîmê de, beşdaran govend gerandin.

(dx)

ANHA