'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo bi boneya Roja Cîhanî ya Pişgiriya Kobanê daketin qadan û gotin:" Çawa ku me li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê jî biser bikevin."

'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
'Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li dijî timayên Tirkiyê jî bi ser bikevin'
2 mijdar, 2021   11:42
 QAMIŞLO

Bi boneya 1’ê Mijdarê ango Roja Cîhanî ya Pişgiriya Kobanê, îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo bi diruşmeya "Kobanê mirovahî parast, divê mirovahî Kobanê biparêze" meşiyan.

Şênî ji çerxerêya Rojhilat bi diruşmeyên silavkirina berxwedana şehîdên Kobanê dest bi meşê kirin û bang li civaka navdewletî kirin sînorekî ji êrişên dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyînin. Meşvanan alên YPJ û YPG`ê rakirin.

Meş li çerxerêya Sonî veguhirî mitîngê. Li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ebdulwehêd Mûsa hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û wiha got: "Şehîdên me bi berxwedana xwe Kobanê kirin sembola berxwedan û têkoşîna li dijî terorê û çeteyan û ji hemû cîhanê re bûn nimûne."

Mûsa wiha dom kir: "Dagirkeriya Tirk heman senaryo li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dike, bi hemû çekên giran êriş dike û gefa êrişên din li ser herêmê dixwe."

Mûsa piştrast kir ku dijmin wê nikaribe bi çekên xwe yên giran berxwedana gel têk bibe û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku berxwedana me û piştgiriya gelê me ya ji hêzên me yên leşkerî re ji çekên dewleta Tirk bi hêztir e. Çawa em li Kobanê bi ser ketine, em ê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi ser kevin. Divê civata navneteweyî jî berpirsyariya xwe bi cih bîne û sînorkeî ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê re deyne."

TIL BIRAK

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê ya Kantona Qamişlo jî ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê, daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meşê ji çerxereya Firin a bakurê navçeyê dest pê kir û li çerxereya şehîdan ya li navarasta navçeyê rawestiya.

Li wê derê Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîna Xilêf êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin û wiha got: "Serkeftina berxwedana Kobanê, dewleta Tirk a ku çeteyên DAIŞ`ê fînanse dike, matmayî hişt.”

Emîna Xilêf bi domdarî got: "Berxwedana YPG/YPJ`ê serketina mezin a berxwedana Kobanê pêk anî û plan û xeyalên dewleta Tirk a mêtînger têk bir."

Emîne Xilêf bang li civata navneteweyî kir ku li hember gefên dewleta Tirk piştevaniya Kobanê bike û got: "Em bang li hemû welatên ku 7 sal berê piştevaniya Kobanê kirin, dikin ku îro jî piştgiriyê bidin Kobanê."

(dx)

ANHA