Projeya Osmanî û planên mêtîngeriyê car din li pêş in

Hêzên hevrik ên li Sûriyê berjewendî û stratejiyên nû datînin, da ku armancên xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin û herêmên di bin dagirkeriya xwe de fireh bikin, nexasim li kantona Şehba û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi wê re jî dixwazin destkeftiyên gelên herêmê têk bibin.

Projeya Osmanî û planên mêtîngeriyê car din li pêş in
2 mijdar, 2021   07:29
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê ber bi şerekî nû ve bikişîne, wê yekê jî bi rêya şantaj, gef û belavkirina gotegotan pêk tîne. Her wiha bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî armanc dike ku bi sed hezaran sivîlên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber û qetil bike.

Ji destpêka Cotmeha borî ve rayedarên Tirk di nav de jî Erdogan gefên êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin, bi taybet Til Rifet, Minbic û Kobanê.

Armanca dagirkeriya Tirk ji gefan ew e ku ewlehiya herêmê tevlîhev bike, destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibe û projeya neteweya demokratîk ku tevahî pêkhateyên dihewîne derbe bike, li gel wê jî naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser asteng bike.

Li aliyekî din jî kantona Şehbayê ji bo hêzên hevrik ên li Sûriyê herêmeke stratejîk e, bi wê re peyman tên îmzekirin û piştî zexta wan hêzan li dijî hev hin tawîz têkildarî herêm û bajaran tên dayîn.

Hêzên Rûsyayê yên li herêmê bi rêya vekirina derî li pêş şantajên dewleta Tirk, her wiha hedefgirtina yekser a sivîlan bi rêya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hewl dide fişarê li Rêveberiya Xweser bike, da ku tawîzan bide hikumeta Şamê, ev yek jî berê li Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîbû.

Rûsya her wiha bi rêya lihevkirina bi dewleta Tirk re bi taybet têkildarî Til Rifet û Cisir El-Şixûr hewl dide komên çete ji rêya M4 dûr bixe. Ji ber ku ew rêyeke bazirganiyê ye û bajarên Sûriyê bi hev ve girê dide. Her wiha hewl dide xeteriyê ji mezintirîn baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li balafirgeha Himêmîm a li Sûriyê dûr bixe.

ÇIMA TIL RIFET?

Til Rifet a kantona Şehbayê li gorî cihê xwe yê erdnîgarî herêmeke stratejîk e, mîna nuqteyeke bicihbûna hêzên dijber ên li Sûriyê ye. Her wiha li ser eniya şer a bi ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li bakurê Helebê ye û 18 km ji sînorê Tirkiyê dûr e, nêzî 3 km jî ji rêya M5 a bi rêya hevrişmê (herîr) tê nasîn dûr e. Ew rê bajêrê Dîlok ê Tirkiyê û Helebê yê Sûriyê bi hev ve girê dide, ji wê zêdetir jî bi ser balafirgeha Minixê ya leşkerî ya li ser rêya M5 e.

Navçeya Til Rifet bi stasyona trênê tê nasîn ku di sala 1909’an de hate avakiri. Ew xeta trenê rêya navneteweyî ye ku rêwîtiyên rojane di navbera Tirkiyê, Sûriyê û bajarên Sûriyê de pêk dihatin.

Dewleta Tirk bi rêya dagirkirina Til Rifetê, hewl dide planên xwe yên mêtîngeriyê yên demdirêj pêk bîne û bikeve herêmên din ên Sûriyê.

Navçeya Til Rifet nêzî 29 km ji Helebê ku paytexta aborî ya Sûriyê ye, dûr e û li gorî dagirkeriya Tirk ên li gundewarê bakurê Helebê, dergehê derbasbûna bajarê Helebê ye. Rayedarên Tirk gelek caran da zanîn ku ew dixwazin bigihêjin Helebê heta Mûsilê.

Şêniyên Helebê gelek caran Erdogan bi "dize Helebê" wesifand, ew jî ji ber ku bajarê pîşeyê yê li Şêx Necar dizî ku girîngtirîn herêma pîşeyê li Rojhilata Navîn tê hesibandin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk hewl dide koçberên Efrînê ji bajarê wan dûr bixe û têkiliya hêviya vegerê qut bike.

HÊZÊN LI SER ERDÊ ÇAWA LI HEMBER GEFÊN DEWLETA TIRK TEVDIGERIN?

Hikumeta Şamê girîngiya Til Rifet û cihê wê yê stratejîk li gundewarê bakurê Helebê baş dizane, ji ber ku nêzî Helebê ye. Lê bi nêzbûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bajêr re xeteriyekê ji hikumeta Şamê re çêdikin ku bi dirêjahiya 6 salan hewl da wan ji bajarên mezin û girîng dûr bixe.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hikumeta Şamê hêzên xwe sewqî eniyên pêş ên li navçeya Til Rifetê kirin ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Li gorî SOHR`ê, Îran jî ji aliyê xwe ve hewl dide hebûna xwe li bajarokên Nibul û Zehra yên şîe Şîa ku bi ser Til Rifetê ve ne û wek hebûna leşkerî ya Îranê li bakurê Helebê ne, xurt bike. Îranê jî mîna hikumeta Şamê hêzên xwe sewqî eniyên pêş kirin.

Îran hewl dide senaryoya bajarokên Foa û Kefreya yên Şîa yên Idlibê dubare nebe, ku çeteyên dewleta Tirk çend salan ew bajarok dorpêç kiribûn û bi rêya peymana di navbera Îran û dewleta Tirk de komên çete derbasî wan her du bajarokan bûn.

Di 13’yê Nîsana borî de hêzên Rûsyayê yên li kantona Şehbayê hewl da 3 nuqteyên xwe yên li Til Rifetê vala bikin, her wiha balafirgeha Minixê ya leşkerî û baregeha xwe ya li gundê Kiştarê yê Şêrawayê vala kirin.

Li gorî SOHR’ê, li ser wê yekê hêzên Îranê yekser hêzên xwe li nuqteyên ku Rûsya vala kirine, bi cih kirin.

Hemwextî valakirina Rûsya nuqteyan xwe, balafirkên bêmirov ên dewleta Tirk belavok berdan ser navçeya Til Rifet, tê de gef li şêniyan xwar ku yan malên xwe bihêlin an jî wê bi ser wan de hilweşînin. Piştî 24 saetan careke din hêzên Rûsyayê vegerîn nuqteyên xwe û plana qirêj a zextkirina li Rêveberiya Xweser bi bin ket.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Efrîn-Şehba Cemal Reşîd ji ajansa me re axivî.

ꞌGEFXWARINÊN LI DIJÎ HERÊMÊ NE NÛ NE, LÊ DI DEWMÊN DAWÎ DE RÊBAZÊ XWE GUHARTIYEꞌ

Cemal Reşîd bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Gefxwarinên Tirkiyê yên di demên dawî de yên dagirkirina navçeya Til Rifet û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne, lê tenê rêbazê xwe tundtir kir. Gef ji beriya 4 salan ve berdewam dikin anku ji dema şêniyên Efrînê koçberî gundên kantona Şehbayê bûne ." 

Cemal Reşîd îşaret bi sûcên dewleta Tirk kir ku çawa peymanên têkildarî kantona Şehbayê binpê dike, ku herêma Şehba koçber tê de dimînin û nabe were hedefgirtin û wiha dewam kir: "Lê dîsa jî dagirker derheqê zarokên Efrînê yên koçber de komkujiyan pêk tîne."

ꞌHEWL DIDE DESTKEFTIYÊN GELÊ HERÊMÊ TÊK BIBEꞌ

Cemal Reşîd da zanîn ku berjewendiyên navneteweyî bi awayekî giştî aloziya Sûriyê kontrol dıkın, her wiha gefên dewleta Tirk her tim dema ku Rêveberiya Xweser li ser astên navneteweyî û herêmî destkeftiyan qezenc dike, tên xwarin.

Reşîd her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî di aliyê aborî de têk çû, hewl dide krîzên xwe yên hundirîn derxe derve da ku bala gelê Tirkiyê ji ser rewşê bi dûr bixe.

ꞌHEVGIRITNA HEMÛ PÊKHATEYAN, ÇAREYA HERÎ GUNCAW Eꞌ

Cemal Reşîd da zanîn ku divê yekitiya xak û gelê Sûriyê were parastin û li pêş parçekirin û dagirkirina Sûriyê ya ji hêla dewleta Tirk ve were sekinandin û ev tişt got: "Dewleta Tirk bi rêya dagirkirina Til Rifet hewl dide projeya xwe ya guhartina demografîk li herêmên Şehbayê ku ji Efrîna dagirkirî de dest pê kirine, temam bike."

Reşîd bi domdarî got: "Armanca Tirkiyê ya reke zindîkirina projeya Osmanî ye, her wiha bi dagirkirina bajarê Helebê heta bi Mûsilê hewl dide Mîsaqa Millî pêk bîne. Dema navçeya Til Rifetê jî dagir bike ew ê bigihêje deriyê bajarê Helebê û herêma pîşesaziyê. Xewn û timayên wê dê bi dagirkirina Til Rifetê re sînordar nemînin."

ꞌHEBÛNA TIRKIYE LI SER HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYÊ XETER Eꞌ

Reşîd welatî li ser xeteriya dewleta Tirk hişyar kir, ji ber ku hemû pêkhateyên Sûriyê hedef digire û hewldana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser dike, li aliyekî din jî bi rêya derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de û şerê taybet ê li dijî welatiyan, hewl dide şerê tayîfî derxîne.

Cemal Reşîd têkildarî gefxwarinên Tirkiyê bang li şêniyan kir ku hevgirtina xwe ya nîştimanî xurt bke, refên xwe bikin yek û helwesteke sûrî ya xurt li dijî dijminahiya dewleta Tirk nîşan bidin.

Hevserokê Meclisa MSD`ê ya Efrîn-Şehbayê Cemal Reşîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şerê ku Tirkiyê behsa wê dike, bi rêyên cuda dest pê kiriye, mînaka wê jî dema bi balafirên bêmirov êrişî sivîlên li bajarê Kobanê kiriye. Ew tola çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê têk çûne, hiltîne."

(fr-eh)

ANHA