​​​​​​​Ezam:Tifaqa Kurd-Ereban hêza yekane ya rawestandina rijandina xwîna sûriyan e

Hisên Ezam diyar kir ku axaftina hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê di demeke guncaw de hat û got, tifaqa Kurd-Ereban hêza yekane ya sekinandina rijandina xwîna sûriyan û bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahiya Sûriyê ye.

​​​​​​​Ezam:Tifaqa Kurd-Ereban hêza yekane ya rawestandina rijandina xwîna sûriyan e
2 mijdar, 2021   03:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Li Rojhilata Navîn Kurd ji gelê qedîm ê herêmê ne û bi gelê din ên herêmê re nexasim Ereb xwedî têkilî û girêdan in. Li aliyekî din jî nifusa Ereb û Kurdan ji mezintirîn pêkhateyên Sûriyê ye.

Siyasetmedar û endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hisên Ezam da zanîn ku li ser asta tevahî Sûriyê têkiliyên Kurd û Ereban pir kevn in û di qonaxên baş re derbas bûn. Hisên Ezam diyar kir ku destpêkê têkilî tenê di çarçoveyên civakî de bû, lê piştî ragihandina Rêveberiya Xweser di 2014`an de gelek pêşketin çêbûn, di qadên siyasî û leşkerî de hevkariyek hate avakirin û veguherî jiyaneke hevbeş, çarenûs û armancên yekgirtî.

Hisên Ezam destnîşan kir ku tifaqa Kurd-Ereban a piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, bê plan derket hole û got: "Têkilî li ser bingeha hîsê hebûna tifaqa li ser hemû astan, xwe da der. Mînaka wê jî pirrengiya niha di Rêveberiya Xweser de ye."

Hisên Ezam da zanîn ku tifaqa Kurd-Ereban gelek tişt pêk anîn, di serî de îstiqrara li herêmê û ev li gotina xwe zêde kir: "Dijminên Rêveberiya Xweser li ser derxistina fitneyên di navbera pêkhateyên herêmê de hesab danîn, lê texmînên wan di vê yekê de bi bin ketin, di heman demê de her ku xebata Rêveberiya Xweser pêşket  girêdana di navbera gelê Ereb û Kurd de xurtir bû."

Ezam da zanîn ku tifaqa Kurd-Ereban bi avakirina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bû û bû mînak, êdî her kes çavdêriya tiştên ku pêşkêş kirine, dike û li benda dê çi pêşkêş bike ye. Hisên Ezam bal kişand ser destkeftiyên Rêveberiya Xweser û wiha dewam kir: "Rêveberiyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftin pêk anîn, ji lew re li Sûriyê bû modelek. Êdî em bandora erênî ya ku îdarê pêk anî, dibînin, nîşaneya wê jî tevlêbûn û peywendiyên ku bi Rêveberiya Xweser re hatine danîn e."                                                                                                                                        

ꞌYEKANE HÊZA KU DÊ ALOZIYA SÛRIYA BI DAWÎ BIKE, TIFAQA KURD-EREBAN Eꞌ

Ezam diyar kir ku yekane hêza ku dikare rijandina xwîna sûriyan rawestîn tifaqa Kurd-Ereban e û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji bo rawestandina rijandina xwîna sûriyan em dixebitin, em amade ne bêyî şert û her dem û li her cihî diyalogan bi hikumeta Şamê û muxalefetê re bikin. Ji ber ku em dixwazin dawî li rijandina xwîna sûrî were."

Ezam îşaret pê kir ku li ser hesabê xwîna sûriyan nakokiyên hundirîn, herêmî û navneteweyî hene û projeya ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji 2015`an ve pêşkêş kiriye dikare tevahî pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike.

MSD`ê di kongreya xwe y damezirandinê de ku 8`ê Kanûna 2015`an de hatibû lidarxistin, belgeyeke siyasî pêşkêş kir. Di belgeya siyasî de tê gotin ku MSD`ê ji bo bidawîkirina rejîma desthilatdar, avakirina sîstema demokratîk parlemanî û dewleteke nenavendî tê dikoşe. MSD`ê li dijî komên tundraw û terorîst şer dike, mebest jî DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyeyê ye. MSD`ê her wiha bawerî bi civaka pirreng tîne û dixwaze mafê gelê Kurd û gelên Suryan, Asûr, Keldan, Ermen, Aramî, Tirkmen û Çerkezan di destûrê  de bên pejirandin.

MSD`ê di belgeyê de dibêje ku ew pala xwe dide pêvajoyên ronesansa çandên rojhilatî yên îslam, xiristiyan û hemû olên din û wan wek çanda hevbeş a pêkhateyên Sûriyeyê dibîne, her wiha azadiya jinan mîsogeriya hemû azadiyan e, ciwan jî hêza dînamîk a civakê ne.

Hisên Ezam pesnê nirxandinên hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a ji pirsên rojnameya Al-Nahar re da. Bayik wiha axivîbû: "Em bawer dikin ku tifaqa Kurd û Ereban a li Sûriyeyê, wê ji bo Ereb û Kurdan jî dîrokeke nû bide destpêkirin. Sûriye li ser vî tiştî ava bûye. Divê tifaqa Kurd û Ereban were parastin û ev tişt li her derê were kirin. Ereb jî Kurd jî wê wisa xurt bibin. Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e."

Hisên Ezam diyar kir ku her kesî daxuyaniyên Cemîl Bayik erênî nirxandin û di demeke guncaw de hate. Ezam wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em li pêşberî êrişên Tirkiyê ne û divê em bi cidiyet nêzîk bibin, her wiha divê hemû pêkhateyên Sûriyê li dijî van êrişan hevgirtina xwe ava bike, ji ber ku ev êriş tevahiya Sûriyê hedef digire û bi hevgirtina xwe em dikarin bibin bersiv. Di dawiyê de Tirkiye li dijî Sûriyê xwedî timayên nû û qedîm e û divê gelê sûrî vê yekê nas bike."

(eh)

ANHA