​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’

Gerînendeyê Mûzeya Reqayê Mihemed Izo da zanîn ku ji sala 2012 heya 2017'an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî hatine dizîn û bang li şêniyan kir ku nirx bidin mîrasa şaristaniyê û wê biparêzin.

​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’
​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’
​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’
​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’
​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’
​​​​​​​‛Ji 2012’an heta 2017’an nêzî 7 hezar parçeyên şûnwarî li Reqayê hatin dizîn’
31 cotmeh, 2021   08:28
REQA-XALID CUMA

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, cihên dîrokî yên Reqa û gundewarên wê ji hêla komên çeteyan ve hatin dizîn û talankirin. Di dema dagirkirina herêmê de ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve şûnwar bê ser û ber hatin dizîn, bazirganî bi wan hate kirin û difirotin dewleta Tirk. Her wiha DAIŞ piraniya cihên dîrokî veguherandin baregehên leşkerî.

Piştî rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê di Cotmeha 2017’an de, Komîteya Çand û Şûnwaran a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê yekser parastina cihên dîrokî xist planên xwe ya pêşîn û bi rêya werşeyên xwe yên di warê parastina şûnwaran de parçeyên wêrankirî sererast kirin.

‛PÊVAJOYA REŞ ŞÛNWAR TALAN KIR’

/kr/uploads/files/2021/10/31/082921_-.webp

Gerînendeyê Mûzeya Reqayê û şêwirmendê Şûnwaran a Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Izo qonaxa di navbera 2012’yan heta rizgarkirina Reqayê de bi qonaxa reş bi nav kir û wiha got: "Min salên 2012’yan û heta 2017’an de bi pêvajoya reş bi nav kir. Di wan salan de şûnwar rastî êrişên reş ên hovane hatin, cihên dîrokî bê ser û ber hatin dizîn, nexşeyên şûnwarî yên di pirtûkxaneyên şandeyên şûnwarî de ku di pêşangeha Reqa ya Wetanî de hatinbû pêşandan hatin dizîn. Her wiha derdora 7 hezar parçeyên şûwarî ji mûzeya Reqayê hatin dizîn. "

Izo da zanîn ku çavdêriyên mîras û vedîtinên şûnwarî girîngiyeke mezin didan şûnwaran, tevî biçûkbûna mûzeya Reqayê, lê wek mûzeya herî kevn li Sûriyê dihat hesibandin û tê de parçeyên şûnwarî yên cur bi cur hebûn.

Izo ev tişt anî ziman: "Bi destpêka krîzê derbasbûna komên çete re, li bajêr talan û wêranî bi taybet li cihên dîrokî çêbûn. Çeteyan cihên girîng mîna Til Xiwêra, Hemam Tirkmen û Til Zêdan wêran kirin. Her wiha kiryarên vekolînê yên nerewa û bêserûber bandoreke mezin li cihên dîrokî kirin."

Mihemed Izo destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Reqayê şûnwar cihê girîngiyê bûn û wiha dom da axaftina xwe: "Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê hemleyeke fireh ji bo jinûve sererastkirina cihên şûnwarî dest pê kir. Komîteyê sûra Reqayê ku ji ber êrişan ziyan dîtibû sererast kir û bedena wê bi madeya azol sererast kirin."

Izo wiha li gotina xwe zêde kir: "Mizgefta Mensûr ku di dema xîlafeta Ebasiyan de hatibû avakirin ji ber êrişên çeteyan ziyan dîtin, komîteyê hin bircên rojhilatê mizgeftê sererastkirin."

‛PÊDIVIYA SERERASTKIRINA ŞÛNWARAN BI HIN ÇAREYAN HEYE’

Mihemed Izo diyar kir ku hebûna kampên koçberan li cihê Til El-Beya ya şûnwarî xeteriyekê li ser vî cihî dîrokî çêdike û wiha pê de çû: "Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixebite da ku cihekî taybet ji koçberan re bibîne ku wan cihan ji nû ve sererast bike."

Izo eşkere kir ku Qesra El-Benat jî ji cihên şûnwarî yên girîng e, lê di dirêjahiya salên şer de ew cih rastî gelek derbeyên balafir û topavêjan hatin û pêdiviya wê bi sererastkirinê heye. Her wiha got, divê çareyek ji pirsgirêka ava baranê re were dîtin ku ji ber şilahiya zêde ya li dîwarên hundirîn wê demên pêş de hilweşînin.

Gerînendeyê Mûzeya Reqayê û şêwirmendê Şûnwaran a Komîteya Çandê ya Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Izo wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê aliyên çapemenî û cîhan şêniyan hişyar bikin ku cihên dîrok xerab nekin û wan biparêzin."

Komîteya Çand û Şûnwaran firinek ji keviran vekir. Bi wê firinê sûd di sererastkirina cihên şûnwarî yên li Reqa û gundewarên wê de hat girtin, ji ber piranî şûnwarên Reqayê bi wan keviran hatine avakirin.

(fr)

ANHA