Şêniyên Minbic û Sirînê: Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe pêkanîna êrişên erê dikin

Şêniyên Minbicê diyar kir dewleta Tirk bi êrişên li ser Kobanê, hewl dide nasnameya wê ya berxwedanê tune bike. Li aliyekî din jî şêniyên Sirînê bang li hikumeta Şamê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabe.

Şêniyên Minbic û Sirînê: Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe pêkanîna êrişên erê dikin
31 cotmeh, 2021   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di vê mehê de du caran bi balafirên bêmirov bajarê Kobanê bomebebaran kirin, di encamê de 5 kes şehîd bûn û 4 birîndar bûn. Li gel van êrişan, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nava bêdengiya navneteweyî û cîhanî de gefên dagirkirina herêmên din dixwe.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Nedîm Izo Casim ê ji bajarê Minbicê bang li civata navneteweyî kir ku qada asîmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafiran bigire û got: "Em bang li civata navneteweyî dikin ku qada asîmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafiran bigirin da sûcên Tirkiyê yên li dijî sivîlan werin rawestandin, ji ber ku malên wan dibin hedefa balafirên Tirk."

Nedîm Izo Casim pirsa rola Rûsya ya "Garntor" kir: "Madam Rûsya garantor bi rola xwe ranabe û dawî li êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî me nayne, wê demê li herêmên me çi dike?"

'PIRANIYA DEWLETAN DIXWAZIN XAKA ME DI NAV XWE DE DABEŞ BIKIN'

Şêniyê bi navê Bîlal Beko banga hevgirtinê li hemberî hewldanên dagirkerinê li gelê herêmê kir û wiha got: "Li hemberî êrişên derve yên li ser herêmên me divê em destek bin û li dijî çi kesên ku dixwazin xaka me dagir bikin bisekinin. Ji sedên salan ve em wekî bira li ser vê xakê dijîn, tiştek nehatiye guhertin, divê em vê hevgirtinê biparêzin."

Bîlal Beko destnîşan kir ku civata navneteweyî aştiyê naxwaze û wiha dewam kir: "Ger bixwesta dê qedexeya asmanî li herêmên me ragihandiba, lê piraniya dewletan xêrê ji me re naxwazin û parçekirina me dixwazin da xaka me li hev par bikin, ji lew ra em dibînin ku li hemberî sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê bê deng e."

ꞌTIRKIYE HEWL DIDE ÇIRÛSKA BERXWEDANÊ YA LI KOBANÊ PÊKET, VEMIRÎNE'

Şêniya bi navê Xada Hemîd jî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt got: "Êdî me siyaseta Tirkiyê û me hişmendiya wê ya koçberkirina me ji xaka me fêm kiriye, bi van siyasetan dixwaze herêmên me dagir bike û guhertina demografîk pêk bîne, lê ew nizane ku me bi hevgirtina xwe hemû planên wê nas kirine."

Xada Hemîd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tirkiye bi rêya hedefgirtina şêniyên herêmê bi balafirên bêmirov  hewl dide nasnameya herêmê ya berxwedanê têk bibe, ji ber vê yekê bajarê Kobanê bombebaran dike, lê bi saya ewladên wê yê azadîxwaz dê planên Tirkiyê têk biçin. Bajarê Kobanê, bajarê berxwedanê ye, sembola berxwedan û israrê ye, her wiha bajarê şoreşa jin a bi pêşengitiya têkoşer şehîd Arîn Mîrkan e, çirûska destpêkê ya şoreşa azadiyê li Kobanê pê ket."

Şêniyên Sirînê: Ger Şamê berpirsa parastina Sûriyê be, çima êrişên Tirkiyê paşguh dike?

Şêniyên ji pêkhateyên Ereb ê navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê û bêdengiya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Elî Hemûd êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û bêdengiya Rûsya û pêkneanîna wê ya ji erka xwe ku li herêmê garantora agirbestê ye, şermezar dikin.

Elî Hemûd bang li Komkara Dewletên Ereban kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê rawestîne.

Xelîl Hisên jî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî van êrişan da.

Xelîl Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "Hikumeta Şamê li ser kanalan îdia dike ku xaka Sûriyê diparêze, wê demê de çima herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk naparêze û li hemberî wan bêdeng dimîne?"

Hisên Xelîl destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya xwîna ewladên xwe hatine rizgarkirin, niha jî bi aramî, aştî û wekî xwişk û bira dijîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê herêmê ku  komkujî li dijî wan pêk tên, tu rojan xeterî li ser dewleta Tirkiyê çênekiriye."

Li aliyekî din jî Zekî Hemdan diyar kir ku Rûsya li herêmê bi erka xwe ranabe û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hatiye vir û ev bang kir: "Divê li gorî ku jê tê xwestin tev bigere ji ber ku li herêmê garantora agirbestê ye."

Hemdan da zanîn ku rejîma tirkî, rejîmeke desthilatdar e û hewldana zindîkirina desthilata Osmanî ya qedîm dike, ji lew re hewldana dagirkirina herêmên Sûriyê dike.

Zekî Hemdan di dawiyê de got: "Bi hêza ciwanan wê serkeftin para me be. Em ê li dijî dagirker û xayinan li ber xwe bidin, ji ber ku xak xaka me ye. Li ser vê yekê bang li gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve dikin ku bi destek bin, parastina xeta şehîdan û destkeftiyên bi saya xwîna wan hatine bidestxistin, bikin."

(eh)

ANHA