Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên Tirk li Heleb û Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Salwa û Qah ên ser bi gundên kantona Efrînê ya dagirkirî ya li nêzî sînorê Sûriyê û Tirkiyê ve, bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên Tirk li Heleb û Idlibê bombebaran kirin
30 cotmeh, 2021   13:31
ŞEHBA

Balafirên şer ên Rûsya baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî sînorê Sûriyê û Tirkiyê li gundên ku ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Idlibê ne û nêzî Efrînê ne, bombebaran kirin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 9 caran êrişên asmanî li ser baregehên çeteyên li gundê Salwa û Qah pêk anîne. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.  

Çavkaniyên cuda jî ragihand ku balafirên şer ên Rûsî baregehên çeteyên li gundê Kefer Ema li gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kirine.

Di çend rojên derbasbûyî de balafirên şer ên Rûsyayê êrişî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li bakur û rojavayê Helebê kirin, her wiha gundên li parêzgeha Idlibê ku li nêzî sînorê Sûriyê û Tirkiyê li deriyê sînorî ya Bab El-Hawa ne, kirin armanc.

 (dx)

ANHA