Balafirên keşfê yên dewleta Tirk careke din li ser Kobanê digerin

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê herêmên sînorî yên kantonê digerin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk careke din li ser Kobanê digerin
29 cotmeh, 2021   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmên dane, balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker careke din li ser bajarê Kobanê û herêmên sînorî yên kantonê difire.

Ji derdora du hefteya ve rojane balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digerin.

20'ê Cotmehê balafireke bêmirov a dagirekriya Tirk erebeyeke sivîlan li bajarê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. 23'yê Cotmehê jî li ser rêya Kobanê- Helebê li erebeyekê da, di encamê de 3 şervanên QSD'ê ku ji bo tedawiyê diçûn Sirîn şehîd bûn.

ANHA