`Êdî bes e xiyanet`

Îro Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinan a Komunîst a Şoreşger serdana çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê kir.

`Êdî bes e xiyanet`
29 cotmeh, 2021   12:06
QAMIŞLO

Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinan a Komunîst a Şoreşger îro serdana çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê kir. Ev çalakî li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî tê lidarxistin.

Şande ji aliyê çalakvanan ve hat pêşwazîkirin û piştre berê xwe da dergehê Pêşxabûr û daxuyaniyek hat dayîn. Di dauxyaniyê de kiryarên PDK`ê yên li dijî gerîla û gelê Kurd wek xiyanet hatin binavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Heke cenazeyên şehîdan radestî malbatên neyên kirin, em ê sînoran rakin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin gelê Kurd tune bikin. PDK bûye hevbenda Tirkan û xiyanetê li gelê Kurd dike.”

/ar/uploads/files/2021/10/29/110910_2021-10-29-drk-roja-25-ya-kone-calekiye-e280ab28129e280ac.webp

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijmin nikare vîna gelên herêmê bişikîne û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin. Bang li PDK`ê hat kirin ku dev ji dewleta Tirk berde û êrişên li dijî gerîla rawestîne.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku xiyaneta PDK`ê bû sedem ku yekitî pêk neyê.

Tê payîn ku Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinan a Komunîst a Şoreşger nobetê di çalakiyê de bigirin.

(şx)

ANHA