Li Avaşînê şerekî giran didome

HPG'ê ragihand ku li herêma Avaşînê di navbera gerîlayên HPG/YJA Starê û artêşa dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran dewam dike.

Li Avaşînê şerekî giran didome
29 cotmeh, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Avaşînê;

Artêşa TC'ê ya dagirker 23'yê Cotmehê li herêma Avaşînê li qadên Stûnê, Gundê Çiyê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firatt û Girê Şehîd Elî operasyoneke dagirker daye destpêkirin. 25'ê Cotmehê derengiya şevê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Girê Şehîd Dîren piştî ku leşker danîn, bi teqemeniyan bombe kiriye.

LEŞKEREK HATE KUŞTIN

27'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker qada Girê Şehîd Dîren 10 caran bi teqemeniyan bombe kiriye. 28'ê Cotmehê dagirkeran dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dane. Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hatiye cezakirin.

27'ê Cotmehê saet 16:08'an Qada Berxwedanê ya Girê Qertel bombe kirine.

29'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Basta û Stûnê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

Li dijî vê operasyona dagirker ku artêşa TC'ê dayî destpêkirin hêzên me bi giyanekî qeyîm ê Apoyî li ber xwe didin. Di navbeyna dagirker û hêzên me de di zik hev de şer didome.”