Mîhrîcana Şehîd Baran Mawa li Hesekê hat lidarxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê re li bajarê Hesekê mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li dar xist. Mîhrîcan bi diruşma" Bi ciwanan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û şoreşa çandê misoger bikin" hat organîzekirin.

Mîhrîcana Şehîd Baran Mawa li Hesekê hat lidarxistin
Mîhrîcana Şehîd Baran Mawa li Hesekê hat lidarxistin
Mîhrîcana Şehîd Baran Mawa li Hesekê hat lidarxistin
Mîhrîcana Şehîd Baran Mawa li Hesekê hat lidarxistin
28 cotmeh, 2021   16:06
HESEKÊ

Mîhrîcan li stada Cizîrê ya li taxa Til Hecir a Hesekê li dar ket. Tê de hevserokatiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê, endamên Dibistana Pilingên Taykwondo û malbatên wan amade bûn.

Çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa di 23’yê Cotmehê de li Qamişlo li dar ketin. Armanca wê ciwanan teşwîqî tevahî cureyên werzîşê bikin.

Di çalakiya îro de, di navbera tîma Roj a keçan û tîma Salar a xortan de pêşbirkek li dar ket. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger mertala bîranînê da du tîmên herî baş ên xort û keçan.

Li ser vê yekê, Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê Xelat Şêxmûs wiha got: "Ev sala yekemîn e mîhrîcan li herêma Cizîrê li dar dikeve, ji Qamişloyê de dest pê kir û dê li Hesekê bi dawî bibe."

/ar/uploads/files/2021/10/28/153441_khlat-shykhmws.webp

Xelat Şêxmûs da zanîn ku di mîhrîcanê de tevahî cureyên werzîşan ên herêma Cizîrê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/10/28/153403_abd-alazyz-aaby.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Rêveber a Dibistana Pilingên Taykwondo Ebdulezîz Abî wiha got: "6 tîm ji Dibistana Pilingên Taykwondo beşdarî mîhrîcanê bûn,  bi wê re 2 tîmên herî baş ên keç û xortan hatin xelatkirin."

Ebdulezîz Abî got li herêmê ji ber vîrusa Koronayê qedexeya gişît heye û li gorî van rewşan ev mîhrîcan pir girîng e û wê yekê jî moralek da ku perwerde zêde pêk werin.

(fr)

ANHA