35 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li Amûdê hatin bi bîranîn

Li navçeya Amûdê 35 cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon û Cotmeh bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

35 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li Amûdê hatin bi bîranîn
35 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li Amûdê hatin bi bîranîn
35 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li Amûdê hatin bi bîranîn
28 cotmeh, 2021   15:22
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ji bo 35 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh ên têkoşîna li dijî DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayê Kurdistanê merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîm li Goristana Şehîd Îsmaîl bi amadebûna bi dehan şênî û malbatên şehîdan ên navçeyê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Meclisa Navçeya Amûdê Sabir Ehmed axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Em nikarin bi çend gotinan berxwedana şehîdan wesif bikin. Ji lew re divê em tevahî li ser rêya berxwedan û wefedariya wan bimeşin."

Ehmed wiha domand: "Şehîd ew in ku bi fedekariya xwe rêya azadî û berxwedanê ji me re nexşe kirine, da ku Kurdistaneke azadî û Sûriyeke demokratîk were avakirin. Em niha 35 şehîdan bi bîr tînin û bi hezaran ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser bingeha berxwedana van şehîdan tê dikoşin, ji ber ku ew felsefeya jiyana azad in."

Sabir Ehmed îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dijmin şervan, gerîla û gelê me li tevahî parçeyên Kurdistanê hedef digire û gundên sivîl lê hene bi çekên kîmyewî topbaran dike û civaka navneteweyî jî bê deng e. Lê belê dê dîrok bibe şahidê berxwedana gel û tevgera me ya azadiyê. Ji ber ku em ê heta pêkanîna azadiya xwe ji dagirkeriyê li ber xwe bidin û dê li ser felsefeya şehîdên xwe bimeşin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA