​​​​​​​QSD'ê sîxûrekî dewleta Tirk girt

QSD'ê ragihandin ku sîxurekî îstîxbarata dewlata Tirk li Dêrazorê girtin ku kordînatên nuqteyên QSD'ê û cihên hewlehiyê dida dewleta Tirk.

​​​​​​​QSD'ê sîxûrekî dewleta Tirk girt
28 cotmeh, 2021   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku sîxûrekî MÎT'ê ku kordîantên nuqteyên hêzên wan didin dweleta Tirk girtin. QSD'ê mikurhatinên sîxur parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dagirkeriya Tirk li gel êrişên xwe yên leşkerê li dijî herêmên me yên ewle yên Bakur û Rojhilat, sîxûran ava dike û bi rêya wan çalakiyên terorî pêk tîne. Di demên dawî de me gelek daxuyanî li ser çalakiyên wan ên terorîst dan.

6'ê Cotmehê, Yekîneyên Taybet ên hêzên me sixûrekî MÎT'ê bi navê Cemîl Hesen Rehîm girt. Girtîna wî piştî operasyonên çavdêriyê yên zelal pêk hat.

Biraiyê Cemîl Hesen Rehîm ê li gel MÎT'ê dixebite, Sedam birayê xwe kir sixûr. Her wiha ji bo çalakiyên terorî wekî siûqestkirin û teqînan li dijî hêzên me gelek plan danî û kordînatên nuqteyên leşkerî yên hêzên me dida îstîxbarata Tirk û wêneyên cihên ewlehiyê yên hesas kişandin."

Mikurhatinên çete Cemîl Rehîm, bi delîl û belgeyan wiha ye: