Gêlo Îsa: Divê her kes bi ruhê berxwedana Kobanê dakeve qadan

Bertekên li dijî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê zêde dibin. Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S’ê Gêlo Îsa ji raya giştî xwest ku bi ruhê berxwedana 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dakeve qadan.

Gêlo Îsa: Divê her kes bi ruhê berxwedana Kobanê dakeve qadan
28 cotmeh, 2021   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, piştî ku gefa êrişan xwar, daxuyaniyên bi heman rengî yên wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û yê parastinê Hulusî Akar jî dan. Piştî gefên êrişa dagirkeriyê balafirên keşfê yên bêmirov ên çekdar (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker 20'ê Cotmehê êrişî Kobanê kir. Hevserokê Meclisa Dada Civakî Bekir Ceradê jî di nav de, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 3 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha di 23'yê Cotmehê de 3 şervanên QSD'ê hatin şehîdkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê (P.D.K.S) Gêlo Îsa diyar kir ku êrişên dewleta Tirk şoreşa Rojava û destkeftiyên wê dikin hedef. Îsa diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide îdeolojiya Îxwanan vegerîne xaka Sûriyê.

'ERDOGAN DIXWAZE PÊLEKE NÛ YA ÊRIŞAN BIDE DESTPÊKIRIN'

Gêlo Îsa diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze aramiya herêmê têk bibe û got: "Dewleta Tirk serdana Amerîka û Rûsyayê kir û ji bo êrişa dagirkeriyê erêkirin xwest. Erdogan ji wan dan û standinan destvala vegeriya û vê carê bi êrişên dronan xwest aramiya herêmê têk bibe."  

Îsa bal kişand ser êrişên li dû hev ên li hemberî Kobanê û wiha axivî: xw "Di demên dawîn de li ber Meclisa Dada Civakî  ya bajarê Kobanê li dijî wesayîteke sivîl êrişek pêk hat. Di êrişa 23`ê Cotmehê de jî 3 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze bi rêya Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojevekê biafirîne. Amerîka û Rûsyayê sozên ku dabûn Rêveberiya Xweser û gelên vê herêmê, pêk neanîn. Li vê herêmê ji ber peymanên berê tu hêzên leşkerî nîn in.  Li vêherêmê tenê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene. Tenê parastina axa xwe dikin. Divê Rûsya û DYA di vî warî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

'ERDOGAN TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê WEK TÊKÇÛNA XWE DIBÎNE'

Gêlo Îsa got: "Piştî têkoşîna gelê Kurd DAIŞ bi awayekî fîzîkî li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qediya. Ev yek jî bû sedem ku çeteyên DAIŞ'ê li gelemperiya cîhanê qels bibin. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de heta niha bi deh hezaran şervan şehîd û birîndar bûne. Dewleta Tirk ji ber ku dawiya xwe di têkbirina DAIŞ'ê de dît, êrişên xwe dijwartir dike. Têkçûna çeteyên DAIŞ'ê weke pirsgirêka xwe dibîne."

Îsa diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava polîtîkayeke nû ya êrişê xistiye dewrê û anî ziman ku dewleta Tirk ji demokratîkbûna herêmê ditirse û wiha pê de çû: "Erdogan armanc dike ku pirsgirêkên xwe yên siyasî yên navxweyî bi gurkirina şer li derve, çareser bike.  Hewl dide krîza xwe ji xwe dûr bixe. Hemû gotinên Erdogan ên li ser vê herêmê ji derewan wêdetir ne tiştek in. Li Kobanê hêzên Rûsyayê û hikumeta Şamê li ser sînor in. QSD, YPG, YPJ li paş rêya M4 in. Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê dixwaze êrişan rewa bike. Armanca Erdogan ne tenê êrişa li ser bajarekî ye, lê belê têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye holê."

'HÊZA KU DAIŞ TÊK BIR, DIVÊ WERE PARASTIN'

Gêlo Îsa wiha berdewam kir: "Hem felsefeya îslama radîkal li ser civakê ferz dikin, hem jî dikin ku pêşeroja civakê bikişînin nava tarîtiyê. Ebûbekîr Bexdadî ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire, li herêma Idlibê ya di destê Tirkiyê de ji aliyê QSD û Koalîsyonê ve hate kuştin. Erdogan çanda ku DAIŞ'ê wê demê parastiye, didomîne. Divê hêzên navneteweyî pêşî li dewleta Tirk bigirin ku êrişên bi vî rengî li ser Kobanê bike.”

Gêlo Îsa got: "Hêzên navneteweyî, DYA û Rûsya êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên keşfê ji ber berjewendiyên xwe, naxwzin bibînin. Rûsya û Amerîka li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê bi dewleta Tirk re dan û standinan dikin. Her wiha Rûsya bi gefa êrişê ya dewleta Tirk hewl dide Rêveberiya Xweser bitirsîne. Ew ji bo berjewendiya hikumeta Şamê ye. Dewleta Tirk ji van nakokiyan sûdê werdigire û êrişên xwe didomîne."  

'XWEPARASTIN LI DIJÎ ÊRIŞAN MAFEKÎ REWA YE'

Gêlo Îsa destnîşan kir ku li dijî van hemû êrişan berpirsyariya sereke ya gel ew e ku li ser bingeha xweparastinê tê bikoşin û got: "Divê gelê me li hemberî van êrişan careke din cihê xwe di nava hêzên xweparastinê de bigire. Ev yek dê bersiva me ya herî xurt a li dijî mêtingeran be."

Gêlo Îsa got gelên ku di 1'ê Mijdara Roja Kobanê ya Cîhanê de dadikevin kolanan, divê îro ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava dakevin qadan û wiha lê zêde kir: "Gelê me ji bo Kobanê li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê rabû ser pêyan û divê îro ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava dakeve kolanan û nîşan bide ku ew bi şoreşa Kobanê û Rojava re ne. Gelê me yê li vê xakê dijî, ji bo azadiya gelên cîhanê li dijî hêzeke tarî ya mîna DAIŞ'ê zêdetirî 10 hezar şehîd dan. Divê careke din gelên cîhanê bi vê rastiyê re Kobanê û şoreşa Rojava biparêzin. Li aliyê din, divê gelê me ji bo aşkerakirina kesên xizmeta mêtingeran dikin, têkoşînê bidomîne."